Serpêhatiya Zilamê Di Bîrê De

Serpêhatiya Zilamê Di Bîrê De

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

 

Dibêjin gundek li ser heftriyana heft parzemînan hebûye. Pirî ew gund xweş û şên bû, hemûtexlît teamên ku Xwedê afirandine, li ber kaniyên wî gundi çêdibûn.

Ew gundê ku pênc bira wediyên wî bûn, di nava demê de kîjan rêwiyê biyanî hatiye û di wirê re derbas bûye, time xwe lê xweş kiriye, piştre jî çûye xizm û pismamên xwe kom kirine û anîne li wî gundi bi cih kirine. Ha wisa gund boş bûye, zêde bûye, mezin bûye, her malbatek ji cihekî cuda hatiye û li wirê xwe bi cih kiriye, jimara malbatên tê de gehaye 100î.

Çi dema ku wan pênc bira behsa gundê xwe, axa xwe kirine, gundi tev bi hev re êrîşê wan kirine û ew bê his û pis hiştine.

Dibêjin çend sal wisa derbas bûye, li wê herêmê ziwatî çêbûye, kaniyên gund tev ziwa bûne û piştre ew baxçe û darên fêkî hişk bûne. Gelek malbatên li gund jî, bar kirine û çûne welatên xwe yên ku berê jê hatibûn wirê.

Îcar gundiyên mayî, ji bo ava vexwarinê bîrek vedane. Lê çiqas kûr vedane, avê nedîtine. Kolane û kolane… Kûrahiya kolana bîrê gehaye 365 gazan, hêj nû av derketiye.

Kêfa qundiyan pir hatiye, qurban serjê kirine, govend û dîlan lidar xistine û li wire bûye gêtiya savar û goşt.

Di wê navê re çend roj bihurîne, kîjan jina gundi dema çûye ser bîrê û dewlika xwe avêtiye çengelê zincîra pola ve bera bîrê daye, dema kişandiye, zincîr bê dewlik hatiye jorê. Ha wisa ne carek, ne du car, ne sê car, bi dehan car dewlik bera binê bîrê dane, lê dewlik hehatine jorê.

Gundî tev li ser wê yekê şaş mane û sêwirîne ka çima dewlikên wan di binê bîrê de dimînin. Hinekan gotiye, çin di bîrê de hene û dewlikan ji zincîrê dikin û ji xwe re dibin. Hinekan gotiye, belkî efrît di binê bîrl de hene. Hinekan gotiye, belkî ziyayê malan tê de hene. Lê piştre kalekî gotiye gundiyan:

. Ji van pênc bira emê wiyê hûrik bera binê bîrê din, ji xwe ew sivik e jî, ew dê bibîne ka çi teba di binê bîrê de heye. Heke ew jî mina dewlikan tê de ma, ji xwe ne ji kîsê me ye. Lê eger wî fêm kir û mesele çiye û dewlikên tê de derxistin, jixwe em li karê ne. Em ê hinek pesnê wan jî bidin û şorektî jî ji wan re bikin. Ew jî dê xwe werpixînin û nabêjin na.

Şevekê rîspiyên gund bangê wan her pênc bira kirin û ew li mizgeftê kom kirin, gotin wan:

. Em dizanin ku hûn her pênc bira ji çavkaniyeke esilzade ne û camêr in. Divê em birayê hewe yê hûrik bera binê bîrê bidin, ji berk ku ew sivik e jî, em ê bizanibin ka çima dewlikên me tê de dimînin.

Çar bira bi yek dengî gotin, ser seran û ser çavan. Lê çendî ku birayê piçûk ininand, birayê mezin awur danê…

Ha wisa biryar dan ku sibehê wê zilamên gundi tev werin ser bîrê û zincîra pola li navtenga birayê piçûk girêbidin û wî bera binê bîrê din.

Ew şev gundi tev bi kêf û şahî bawer nedikirin ku li wan bibe sibeh.

Roja din sibehê zilam kişiyane ser bîrê. Her pênc bira jî bi hev re çûn wirê. Dema sincîr li navtenga birayê hûrik girêdan, wî got gundiyan:

. Divê sere zincîrê bi destê her çar birayên min be. Yanena, ez danakevim binê bîrê.

Kalekî gundi gotê:

. Lawo, tu dibînî di nava me de gelek zilamên tirtire hene ku dikarin van dare mazî ji qurmê rakin, îcar tu dibêji birayên min…

Werhasilê kelam, çar bira bi hev re bi serê zincîrê girtin, çar zilamên gundê jî bi wan re bûn alîkar û birayê hûrik bera binê bîrê dan, beradan û berdan heta ku ew geha binê bîrê. Wî zincîr hejand û ku ew gehaye binê bîrê. Dît ku va ye zilamekî zencî di binê bîrê de ye, jê pirsî got:

. Kuro, tu çewa ketî vê bîrê?

Zencî got:

. Ez ji rê ve dihatim û pir tihn bûbûm. Min xwest ku ez av ji bîrê bikişînim, lê nigê min şemitî û ez ketim bîrê. Îcar ji tirsa dengê min jî xitimî û nikaribûm bang jî bikim. Çi dewlika dihat, min ew ji zincîrê vedikir, da gundî zanibin ku yek tê de heye û bi hewara min ve werim, min ji virê derxînin. Lê gundiyan fêm nedikir ku yek di binê bîrê de heye û dewlikan ji zincîrê diqetîne. Baş bû, va ye te bera binê bîrê dan.

Birayê Binê Bîrê got Zilamê Zencî:

. Serê zincîrê di destên çar birayên min de ye. Ez ê pêşî te bidim hilkişandin û piştre ez ê bême hilkişandin.

Birayê Binê Bîrê zincîr ji navtenga xwe vekir û li navtenga Zilamê Zencî girêda û zincîrê hejand da hilkişînin jorê.

Zilamên li jorê zincîr kişandin, kişandin û kişandin. Ha ku dîtin seriyekî reş derket ku tenê diranên wî sipî dikin. Gundê tev ji tirsa reviyan û ji ser bîrê çûn. Tenê ew çar bira man û zincîrê bernedan. Ji Zilamê Zencî pirsîn, gotin:

. Kuro, tu ji kurve hatî? Ewê ku me wî bera binê bîrê dabû, ne tu bûyî?

Zilamê zencê got:

. Ka wî zilamê binê bîrê derxin, hêj ez ê serpêhatiya xwe bêjim.

Her çar bira zincîrê bera binê bîrê dan û birayê xwe jî derxistin, Zilamê Zencî bi xwe re birin malê û hêj yê zencî serpêhatiya xwe ji wan re got ku çewa ketiye bîra avê.

Li ser vê serpêhatiyê Pêşiyên Kurdan gotine:

“Bila bila bira be, bila têjikê guran be.”

Bi hêviya biratî û hevkariê…

 

12/ 12/ 2024. 01:49

XELAT