Gelê Kurd bi van dîmenan şabû

Gelê Kurd bi van dîmenan şabû

Gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dilê wan bi dîmenê civîna serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û fermandarê giştî yê HSDê General Mezlûm Ebdî bi amadebûna Qubad Talebanî geş bû her weha hêviyên yekîtiya kurdan mezintir bûn.

Li mala rewanşad Serok Mam Celal li Debaşan a li bajarê Silêmaniyê serokê YNKê Bafil Celal Talebanî bi germî pêşwazî li general Mezlûm Ebdî kir.

Mezlûm Ebdî destpêkê spasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê kir ji bo helwest û piştgiriya wan ji Rojavayê Kurdistanê re di şerê li dijî terorê de.

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî ragihand ku, ewê di piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê de berdewam bin, heta ku piştrast bibin ku Sûriye bibe welatek ku tê de maf û nûneratiya her kesî hebe û hikûmeta wê jî nîşandera pirrengiya civaka Sûriyeyê be.

Di heman rojê duh li Debaşanê Serokê YNKê Bafil Talebanî bi Tom Barak, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Donald Trump û General Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk re civiya.

Xelat