Herfek ji stirana `Kinik Meyrema Miho Begê` Ji devê Bavê Seleh
Danhev û Lêkdan/ Mihemed Hemkoçer
Lê lê Meyremê, te l girî tê, min l girî tê
Ez î rojekê rûniştibûm, mi bala xwe dayê.. zîrke-zîrka darê me yî xênî tê
Mi go: gi hebê bayê berî baranê rabûyê, tavek a ji pozê buharê hêdî tê
ya mi go: siwarê mala Miho Begê daketine deşta Şeşê û Mtînê ji xwe re dilîzin bi cirîtê
Ya mi go: berfa kubêsê li serê çiya diwerive, Feratê me yê Bîrecikê rabûye li hêlî tê
Di ortê re ava meyî tê, di ser re kef û kupika sipî tê, di deştê re ava zelal li erdê bela dibe wek çigîtê
Wê çaxê ez derketim derve mi bala xwe dayê , Meyrema Miho Begê, li ser zîrkizîrkê qundira, ji mihela me ya jêrî tê
Mi nizanî ji mala qêdî tê, mi nizanî ji mala miftî tê, mi nizanî ji seraya dewletê li mi lawik î xelkê ji gilî tê, mi nizanî ji mala bavê xwe yê gidî tê
Mi go: çi hebe, çi tunebe, bi serê mi sêwî tê
Xeber dan Meyrema Miho Begê. Wê çaxê Meyrema Miho Begê xwe da bû ber xeml û xêzê, çekedûzanê, sîng û berê vê karê xezalê mîna textê kerwîtê
De lêv ê dilivine mîna qelem ê derê ser divîtê
Mi go: Belkîm ê kê xwe berdê serê dîlan û guvendê dengê def û dahola Hemê Hecî tê
Ji êvara Mîrê mezin de baranê lêkir, ji nîvşev bi şûn de berf bi ser de barî, bi sibê re kurba ket û erd qemitî
Wê çaxê Şêxo - lawê Gulî Şerqiyan - siwar bû, di ber mala Meyrema Miho Begê re, di wî girî û wî girmitî
Erê, dibêjin: Lingê hespê ê paşin li ê pêşin dişimitî
Lawkê aşiq ji ser daket û daniqitî
Xeber dan Meyrema Miho begê, wê çaxê Meyrema Miho Begê, hîn di bejn û balava xwe dixebit, dema gîşt cem Hespê Lawkê aşiq, bi kerkê qundirê li hespê xist go: Diya, serê mala min xaro, tu nabê hespê lawkê aşiq ne hespekî esîl bû, lê bergîrekî midarê bû, bû (meytek) ji (meytê) Ereba ji heft salan û virde da ma û nelebitî..!!
Xelat
