Mîr Ezdan û Tîmûr leng
Nivîskar: Biradost Mîtanî
Tîmûr leng bi wehşet a xwe baş tê naskirin.
Artêşa Tîmûr leng êrîşî kîjan welatî bikira, Ew welat bê şer xwe radestî wehşeta Tîmûr Leng dikir.
Artêşa Tîmûr leng ji kafkasya bi berû Kurdistan ê hat.
Sala 1386 xwe gihand Kelha Wanê li herêma Serhed ê.
Artêşa Tîmûr êrişî ser Artêşa Mîr ê Serhed ê Mîr Nesredîn kir.
Mîr Nesredîn hewara xwe gihand mamê xwe Mîr Ezdan li Oremar Hekarî.
Mîr EZDAN daxwaz ji Mîrê Amed î / Botan û Eşîrên Ertûşya kir kû bi leşkerek pir bên jibo Oremarê.
Bi demek kinda eşir û mîrê Botan û Amed î yê bi hejmara 45 hezar leşker xwe gihandin cem Mîr EZDAN..
Mîr Ezdan bi 45 hezar Leşker xwe gihand kelha Wanê.
Şerek pir giran dinavbera Artêşa Mîr EZDAN û Tîmûr leng da ruda.
Artêşa Tîmûr leng neçar ma xwe ji dura kelhê durbêxe
Lê piştî çend roja Tîmûr leng bi Artêşek bi hejmara xwe 100 hezar amadekir û disa dubare êrîşî ser kelhê kirin.
Tîmûr leng bi hemû wehşeta xwe nekarî bikeve kelhê.
Mîr EZDAN heweket ser banê kelhê bang kir Tîmûr leng û got heker tû mêr kurê mêranê bi tinê jibo min dakeve meydanê, Tîmûr leng tirsa û daneket meydanê.
Piştî çend rojan zavayê Tîmûr leng bi dehezar leşkera ve xwe radestî Artêşa Mîr EZDAN kir.
Piştî zavayê Tîmûr leng û bi dehezar leşkera ve xwe radestî Artêşa Mîr EZDAN kir û Qenaet jibo Mîr EZDAN çêbû Artêşa Tîmûr leng têkçû.
Piştî deh rojan disa Tîmûr leng êrişî ser kelhê kir, Dîsa dûbare Artêşa Tîmûr leng şkest.
Roja şer ya 38 da vê carê Tîmûr leng banî Mîr Ezdan kir û got Ez amademe bi tinê bêm meydanê û tû mêrê bi tinê were.
Mîr Ezdan bê dû dîl şûr û kevavên xwe avêtin milê xwe û li hespê xwe suwarbû daket meydanê.
Tîmûr leng û Mîr EZDAN li dijî hev hespên xwe li meydanê bezandin û carekê Mîr Ezdan rimek li kemaxa Tîmûr da û Tîmûr ji hesp ket û mîr ji hespê xwe peya bû bi şûr çend şûr lêxistin bi giranî birîndar bû û Tîmûr xwe avêt Bextê Mîr Ezdan kû wî ne kuje.
Mîr Tîmûr ne kûşt û ew avêt pişt xwe û anî kelhê.
Biraza yê Mîr Ezdan, Mîr Nesredîn got an te bikuşta an jî radestî Artêşa wî bikirya bila te ne anîba kelhê.
Mîr Ezdan gohdarî mîr Nesredîn nekir û Tîmûr anî kelhê û ferman da Doxtura kû Tîmûr weke Pêwist derman bikin
Doxtura Tîmûr dermankir û êdî Artêşa Tîmûr ji wanê durketibû.
Mîr Ezdan û bi Artêşa xwe ve bi berû Gever bi rê ket.
Piştî Artêşa Mîr Ezdan ji wanê derket valetîyek leşkerî li wanê çêbû.
Ew dehezar leşkerên zavayê Tîmûr dibin fermandarîya Mîr Nesredîn da ma lê belê mîr Nesredîn weke Pêwist ew bi fen û fêlên wa ne hesîya.
Şevekê Zavayê Tîmûr ferman di de leşkerên xwe kû mîr Nesredîn bigrin.
Zavayê timur mîr Nesredîn dilgirt û ji serbanê kelhê avêt xwar û mîr Nesredîn hat kuştin.
Şerek pir giran di navbera Artêşa Mîr Nesredîn û Artêşa zavayè Tîmûr da çêbû.
Disa du bare hewarîya hewar gihand Mîr Ezdan û got mîr Nesredîn hat kuştin.
Carekdin dubare mîr Ezdan û bi leşkerê xwe ve xwe gihand Kelha wanê û heya Mîr Ezdan hat, Zavayê Tîmûr/ Tîmûr û tevî artêşa xwe ji herêma serhed revîyan û bi berû Bexda rêketin.
Êdî Tîmûr bi leşkerên xwe ve Bexda dagirkirin û piştî dagirkirina Bexda Artêşa Tîmûr zêde bi hêzket.
Rêzdaran:
Piştî birîndar bûna Tîmûr bi destê Mîr ê Kurda Mîr Ezdan êdî paşnavê Leng bi Tîmûr ve hat zêde kirin û Wek Tîmûr Leng derbasî Dîrok ê bû.
Sultan ê Osmanîya Sultan Beyazît sala 1400 bê şer xwe radestî Wehşeta Tîmûr Leng kir.
Rêzdaran:
Gelê Kurd wer wextek ê bi hêze lêbelê heker hevdû qebul bikin.
Ez hîvîdarim Partîyên me Kurdan wek mirova hevdû Qebûl bikin û rêz li hev bigrin.
Ezdanê mezin tifaqê bêxe nav Me Kurdan.
Xwêda yê mezin me biparêze
Mîr Kardox Agirî.
XELAT