ÛSÊ MI'O Û SEFERBELIK... Beş (3)

ÛSÊ MI'O Û SEFERBELIK... Beş (3)

Nivîskar: Salih Heydo

 

 Ûsê berdewam kir û got: Çendî min jê re got û negot bi lave-lav û dîlekî û bergerê qe deng nebire xwe û badîlhewa bû,lewra hat û êrîşî min kir û min û wî xwedênenasî û keleş û rêbirrî li wê newala kûr û xalî bi nava hev girt û me hev bir û anî û em li erdê dirêj bûn,geh ez di ser zikê wî de me û geh ew di ser zikê min de ye ,lewra dema ez diketim ser zikê wî xencer dikişand û serê wê di laş û lebatên min radikir û ez dizixitandim,lê derbên wî yên xencerê ne gelekî dijwar bûn çiku min bi hêza xwe bi destê wî yê xencer tê de girtibû,lê derbin jê jî dijwar û bi jan bûn,Lewra carekê ew qulipî ser zikê min û xwest min bikuje,lê min destê xwe li derdora xwe pelland, kevirekî derbê kete destê min ,Eeeh! Min go baş e,xwedê çêkir û heya ji min hat min ew kevir di belgoşka wî de kulmikî lêxist,çawa min lêxist,xwîna karekî jê hat û ji ser hişê xwe çû û li wê erdê dirêj bû û  gêj bû û hew deng jê hat û xwînê jî da der,lewra min ew di wê rewşê de hişt û ez rabûme ser xwe ,nigo qurbano û ber bi jêr de çûm,her wiha min desmala xwe û qetek ji şêlê xwe li birînê xwe jî şidandin da xwîna wan raweste û min berê xwe da qubletê û hey ez berjêr dibin di nav wan gelî,newal,xirram,kelem,car û qeraçên sernişûv û serevraz ,di wê tariya şevê de,heya ez gihajitim devera di navbera Amed û Mêrdînê de,ji dûr ve min ruhniye ke gellekî hûr dît,lewra min xwe lê girt û ez çûm ku maleke li perrê gundekiye,hema di cih de û yekser min li derî da û ez derbasbûm bê destûr,Êdî ji birçîna û westandinê û ji êşa birînên xwe min hew dikarî bû deyax bigirta ! Dema ez ketim hundir min dît zilamekî navoser û kevaniya xwe bi tenê ne û li ber agirê argûna xwe ne,min silav kir û di cihê cih de ez rûniştim,lewra ew jî seyr û matmayî man ,hema xwediyê malê li min dinêre ,lewra ji min re got: Birazê çi li te qewimiye,çi bi te hatiye,çi felaket ji te re çêbûye ,kê wilo li serê te kiriye ku tu wilo di nav birînan û xwînê de maye ????? Min serpêhatiya xwe ji destpêkê heya ez gihajtim mala wî bi hûrgilî jê re got ,lewra wî jî  pêre-pêre rabû ser xwe û li birînên min temaşe kir û ew pellandin û got: Birazê bera tu ferîqet be ,weke tu li mala xwe ye,ez bijîşkekî gelêrî me û ez Ermenî me, û ez bi saya serê axayê kurmanc yê vî gundî hatime parastin ji qirkirinê çiku  kirîvê wî bûm, lewra dijminên me dijminê we ne,û dijminên we jî dijminê me ne û dijminê mirovatiyê hemî ne ,em û hûn hemî bi eynî şûrekî dikevin,Ew jî şûrê Roma reş e.Lewra di dews de ji xanima xwe re got: Haykanoş! Rabe zû dîzikek av deyne ser êgir û ew jî rabû ser xwe çû hinek kapek anî,avête nav wê avê heya baş keliya û hinek sivok(simmaq) anî û ji min re got: Ez ê nuha rabim kortekê li gorî bejna te bikolim û hundirê wê ezê tije  kevnik û baçik bikim ,her wiha ez ê ava wê kapekê û sivokê li ser birînên te deynim û melhemekê lêkim û bi rûyê mitêlekê ez ê laşê de hemî bipêçim û te têxim hundirê kortê heya sibeha dîtir weke vî çaxî,heger birînan nêm û elem girtibe,tu yê ji wan rihet bibe,na,heger elem negirtibin wê rewşa te hinekî dijwar be.Lewra her tiştê got kir û pêkanî heya roja dîtir ez di wê korta weke nîvgorrekê de mam û ax li ser min,tenê serê min ji derve bû, dema ez ji kortê derxistim û rûyê mitêlê hêdî-hêdî ji ser birînên min û gewd rakirin,baş lê meyze kir ,bi kêf serê xwe hejand û got: Birazê bera tu ferîqet be,birînê te elem û nêm girtine,qe tiştekî tirsnak tune ye tu yê zû ji wan durist bibe ,heya pazde rojan êdî tu yê spîsax rabe ser xwe,wek tiştek nebûye.

Dumahîk heye...

 

XELAT