Di toreya kurdî de mêvan û parastina wan

Di toreya kurdî de mêvan û parastina wan

Nivîskar û lêkolîner: Zeynelabidîn Zinar

Di Toreya Kurdî de rûmeteke pir zêde ji bo mîvanan heye.

Dema rêwiyek wek mêvan diçe mala kurdekî, xwediyê malê heta sê rojan tiştekî jê napirse ku ew ki ye, ji kur ve tê û wê bi kur ve jî here.
Di mêvantiyê de gelek tewr û rewşên cuda hene ku hem mêvan û hem jî mazûrvan bi bêgavî bi cih tînin.
Yek ji wan jî parastina mêvanan e.
Ew rewşa ku ez ê niha binivîsim, min ji devê parêzerek bi navê ME bihîztiye:
. Dibêjin zilamek li çolê hatiye kuştin. Xwediyên wî kirine û nekirine, dernexistine holê ku kî ew kuştiye.
Çar kurên piçûk ên zilamê kuştî jî hebûne. Dema ew mezin bûne, lêkolîn kirine û derxistine holê ku filankes bavê wan kuştiye.
Hemû kurên zilamê kuştî mezin bûne, dewlemend bûne, zarûkên wan jî çêbûne û her yekê xaniyekî mezin li çarnikarê gundê xwe çêkirine.
Dema mêvan diçin gundekî nenas û li wan dibe şev, li xaniyan dinerin ka rewşa kîjan xanîyî berbiçav be, diçim wê malê.
Ew zilamê ku bavê wan kuştiye, rojek berdestê êvarê hatiye li ber deriyê mala kurê yê kuştî ê mezin ji hespê xwe peya bûye. Xwediyê malê wî dinase ku ew kujerê bavê wî ye. Lê jê re rêzmendî nîşan dide û wî dibe li odeya mêvanan dide rûniştandin.
Xwediyê malê şîv dide mêvanê xwe, piştî şîvê cihê wî rast dike û mêvan dikeve xewê.
Dema mêvar radizê, mazûrvan jî çeka xwe digire û notirvanî lê dike, da birayekî wî yan pismamekî wî neyê û wî di xewê de nekuje.
Roja din piştî taştê mêvan li hespê xwe siwar dibe ku here, mazûrvan jî li hespê xwe siwar dibe û tivinga xwe davêje milê xwe, bi mêvanê xwe re ji gund derdikeve û qederekê ji gund dûr dibe, dibêje mêvanê xwe:
. Filankes tu zanî çima ez bi te re hetim hetanî virê?
Mêvan gotiye:
. Na!
Mazûrvan gotiye:
. Ez rind te dinasim ku tu kujerê bavê me yî. Lê tu wek mêvan hatî mala min. Îşev jî heta sibehê min bi tivinga xwe te parast ku birakî min an pismamekî me neyê û te di xew de nekuje. Ji vê demê şûnde heke tu li kurê bi destê min bikevî, ez ê te bikujim û tola bavê xwe hildim. De îcar here û ji te re oxir be.
Ha toreya nijadî ev e ku meriv bi bêgavî bi cih tîne.
Eger meriv ji toreya xw, ji çand û tewrên nijada xwe dûr bikeve, meriv di gerîneka pêşerojê de wenda dibe.
Bi hêviya parastina Çand û Toreya Nijadî…
07/ 09/ 2025
XELAT