Gelawêj Xanim wiha behsa bavê Hêro Xanimê dike

Gelawêj Xanim wiha behsa bavê Hêro Xanimê dike

Gelawêj Xanim hevjîna ronakbîr û siyasetmedarê navdarê Kurd (Îbrahîm Ehmed) weha behsa bavê Hêro xanimê dike û pirtûkêkê pêşkêşî wî dike û weha dibêje:

"Hezkiriyê min ku hertim bîranîn û reng û şêweyê wî yê xweşik û gotinên wî yên xweş li ber çavê minin û zinge zingin di guhê min de û di nava derûnê min de her nû dibin, ew jî hevserê nemir û bê wêne (Mamosta Îbrahîm Ehmed)e bavê Hêro ye.

Bavê Hêro bi dirêjahiya jiyan û peywendiyên me pêkve her tim hesp siwarê xewn û xeyalê bû li ba min, ne tenê di dema genciya xwe de, belku di hemû demî de û bi dirêjahiya temenê xwe her wiha bû li cem min. Mûyê spî û cênîkên spî û dûvre jî serê spî, ciwantirîn dîmen û xweşewîstirîn dîtina min bû.

Bavê Hêro, her wek min ew çend rêz jê re nivîsandibû, dema yek ji pirtûkên min pêşkêş kiribû ji min re gotibû:

 

Em çend dêranit pêşkeş:

Be yekem wişey dildarî katî ciwanîm

Bo awazî besozî hemû lawêtîm

Bo dilsozî û bê wêney temenim.

Bo diwadêrî eşq û xweşewîstîm

Bo ewey le naw eşkewt û serşaxakana hawdemim bû.

Le xerîbî derbederîda wilatim bû.

Bo ewey le paky, paktir û le rastî, rasttir bû

Qelay berzî hîwaw awatim bû.

Bo ewey şeyday ruxsar û şêtî şorîm bû.

Deryay bê sinorî birwaw nazim bikem.

Êste çon bê ew bijîm û çon birwa bikem

Kewa le çawtirukanêkda îtir lêm winbû?

 

Ez wiha dizanim ku ev çend rêz wê yekê nîşan didin ku Bavê Hêro çi mirovek bûye û çi dilsozek bûye û peywendiyên me li gel hev çawa bûye, ji ber wê jî ji bo Bavê Hêro ez her ewqas dinivîsim."

XELAT