Hunermenda kurd Rewşan Çeliker û çîroka strana Erebo
Hunermend (Rewşan Çeliker), li ser rûpela xwe ya Youtubê derbarê çîroka strana (Erebo) de weha nivîsiye:
"Guhdarên Delal, em bi strana 'Erebo' dibin mêvanên we. Min ev stran ji Dengbêj (Hûseynê Çatê) tomar kir. Ew niha li İzmîrê dijî û 71 salî ye, (jidayîkbûyê sala 1953`ane). Dema dengbêj hatiye 30 salîya xwe; li Agirîyê dawetekê çêbûye. Bavê bûkê şert daniye ku heta dengbêj neyên, govendê negerînin "ez keça xwe nadim". Ew şev gazî 2 dengbêjan dikin. Yek ji wan Huseynê Çatê (Agirî, Gundê Çatê) Yê din jî Ferzende Akgûle ji (Qers, Kaxizman, Gundê Qerequşê, hingê 50 salî ye) Vêca ew şev li wê dawetê Dengbêj Ferzende strana Erebo 2-3 caran dibêje. Gelekî kêfa gundiyan tê. Û Dengbêj Huseynê Çatê vê stranê jiber dike. Min Erebo di sala 2022'an da, li İzmîrê, ji Dengbêj Huseynê Çatê tomar kir.
Erebo li herêmên din jî hatiye gotin, li pirtûka Rojen Bernas ya bi navê "Farqîn"da ev stran bi nivîskî heye. Ji 1ê heta 12an diçe. Her wiha li Colemêrgê jî bi versîyoneke din bi navê "Hebêlebê" tê zanîn. Min bi versîyona herêma Serhedê bi we ra parve kir. Hêvîdar im hûn ê bi kêfxweşî lê guhdarî bikin."
Hunermenda kurd (Rewşan Çeliker) di sala 1980an li navçeya Tetwan a bi ser parêzgeha Bidlîsê ve ji dayik bûye û heta 13 saliya xwe li Bedlîsê jiyan kiriye. Di temenê biçûk de bi sitranbêjiyê re eleqedar dibe û fêrî jenandbûna gîtarê dibe. Di temenê 13 saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Mêrsînê dibe û perwerdehiya xwe ya lîseyê li wir qedandiye. Piştê qedandina lîseyê li Zanîngeha Enqereyê Beşa Şêwirmendî û Rêhberiyê ya Psîkolojîkê dixwîne. Rewşan Çeliker di dema xwendina xwe ya lîsansê de perwerdeya muzîk û şanoyê jî werdigire.
(Rewşan Çeliker) stranbêj, bestekar û kemanjeneke kurd e. her weha yek ji damezrînerên Orkestraya Muzîka Fîlman a Stenbolê ye. Arşîvên muzîka kurdî yên Radyoya Êrîvanê û Bexdayê û berhevokên bestekarê ermenî Gomidas Vartabed di nav repertuwarê wê de xwedî cihekî girîng e.
Eve jî peyvên strana Erebo ne:
Erebo te rast nego derew digo
Boz boz bozilê çenda? Bozilê yekê
Yekem e yek ji boyî xwudanê mûrvetê
Erebo te rast nego derew digo
Boz boz bozilê çenda? Bozilê duda
Dudî me du zûlfîqar
Yekem e yek ji boyî xwudanê mûrvetê
Erebo te rast nego derew digo
Boz boz bozilê çenda? Bozilê sisa
Sisê me sê payîza
Dudî me du zûlfîqar
Yekem e yek ji boyî xwudanê mûrvetê
Erebo te rast nego derew digo
Boz boz bozilê çenda? Bozilê çaran
Çarî me çar parînga
Sisê me sê payîza
Dudî me du zûlfîqar
Yekem e yek ji boyî xwudanê mûrvetê
Erebo te rast nego derew digo
Boz boz bozilê çenda? Bozilê pênca
Pêncê me pençê teyran
Çarî me çar parînga
Sisê me sê payîza
Dudî me du zûlfîqar
Yekem e yek ji boyî xwudanê mûrvetê
Erebo te rast nego derew digo
Boz boz bozilê çenda? Bozilê şeşan
Şeşê me şeşê şêran
Pêncê me pençê teyran
Çarî me çar parînga
Sisê me sê payîza
Dudî me du zûlfîqar
Yekem e yek ji boyî xwudanê mûrvetê
Erebo te rast nego derew digo
Boz boz bozilê çenda? Bozilê heftan
Heftê me heftê refan
Şeşê me şeşê şêran
Pêncê me pençê teyran
Çarî me çar parînga
Sisê me sê payîza
Dudî me du zûlfîqar
Yekem e yek ji boyî xwudanê mûrvetê
Erebo te rast nego derew digo
Boz boz bozilê çenda? Bozilê heştan
Heştê me heştê deştan
Heftê me heftê refan
Şeşê me şeşê şêran
Pêncê me pençê teyran
Çarî me çar parînga
Sisê me sê payîza
Dudî me du zûlfîqar
Yekem e yek ji boyî xwudanê mûrvetê
XELAT