Ji Rêzmana Kurdî
Nivîskar û Zimanzan: Biradostê Mîtanî
Çima Carinan Daçeka pêşgirê, bi navdêr ve nayê nivîsandin û carinan pê ve tê nivîsandin?
Mînak:
Bi xêr= Bixêr .
Bi xîret=Bixîret.
Ne qenc =Neqenc .
Hevok:
1-Cotarê gund bi xêr hat.
Cotarê gund bi xîret e.
Cotarek heye ne qenc e
2-Cotar bixêr hat.
Cotar bixîret e.
Cotarekî neqenc e
Şîrova sedemê:
Di her sê hevokên yekê de rengdêr ne bi navdêrê (Cotar) re hat . Yanî nîr (Dem) kete neqeba wan de.Lewra nabe Rengdêr ,ji ber ku ne rengdêrê durist e.
Di her sê hevokên diwê de ,Rengdêr li pey Navdêr bi xwe (Cotar) hat û bû rengdêrê wî yê durist.
Bi dawî em regeza wê ya rêzmanî bêjin :Rengdêr ku navdêrê hevedudanî jî be ew bi hev ve tê nivîsandin . Ew ji hev cuda nebe.
XELAT
