ÛSÊ MI'O Û SEFERBELIK- Beş (6)

Nivîskar: Salih Heydo
Lewra piştî ku şêx Seydoş ji peyrewên xwe re got ku karê birina min bikin weke ferman kiribû, peyrewan jî bi lez û bez her tişt amade kirin û bi bangdana mellê û limêja sibêhê re em kar bûn û me rêya berriya Mêrdînê,devera Kîkan û Millan û Deqoriyan girt ,ya xwedê û oxira Şêxê tekiyê, tu li ku û Tilkermê li ku ?! Û em bi oxira xwe de çûn,lewra bi rêv de wan herdu peyrewan ji min re teka û lavî ji xwedê û şêxên xwe dikirin û digotin: Pismam bi saya xwedê û ûcaxê Şêx Seydoş rêya me ya xêrê ye û gelekî hayê wan ji min hebû û guhdan bi min dikirin,lewra min dizanî bû ku li gor fermana şêx miqatetiyê li min dikin.
Her wiha min jî carê ji wan re digot: Wey xwedê ji we razî be û tevayî îşe we be û we neheyirîne û Şêx Seydoş serê me ye û em axa bin lingê wî ne.Her wiha em bi van hêvî û lavan di rêya xwe de ne heya paştî nîvroyê,di esra teng de em gihajtin ser bênderên Tilkermê.
Çawa xelkên gund çav li min kirin seyr û matmayî man û bi coş gazî hev kirin û gotin:Ev Ûsê ye,Ûsêêê,Ûsê Mi'oyê Dewrêş e! Lawo,qey ji gorrê derketiye û sax bûye bavooo?! Subahan ji fermana xwedê re! Berî du salan weke van çaxan malbata wî li Gundê Çûlê şîna wî digerrandin û xêra wî dan û digotin: em dizanin ku nuha Ûsê miriye yan hatiye kujtin yan dîl e û me destê xwe jê şûştiye çiku Seferbelike, heçî kesê çûyê de venegerriya ye,ma wê hîn Ûsê bê mal û bi saxî xelas be û li me vegere? Nalo herêêê,Qey temenekî dîtir xwedê jê re nivîsand û ew bi ser xelkên me de şand! Û di dews de çend siwarên Badînan ji gundê Tilkermê li hespên xwe siwar bûn û toz rakirin, ketin rêya Çûla Ehmo da mizgîniyê bidin mala wî û meriv û gundiyan.
Lewra di wê şevê de xelkên Çûlê û malbav û pismam û mirovên wî hemî li hespan siwar bûn û hatin Tilkermê û ew û herdu peyrewên Şêx Seydoş himbêz kirin û maçîkirin û bû lîre-lîra jinan û teqîna tivingan û di dews de ew birin gundê Çûlê bi heytehol û kêf û coşeke mezin û roja dîtir nanekî pir fire û mezin çêkirin,gelek pez û sewal serjêkirin û gundên deverê hemî vexwendin ser û hefteyekê li dahol û zirneyê xistin û govend gerrandin! Lewra digotin: Du sal berê me nanê şîna Ûsê danî,lê îro me nanê saxî û dîna wî danî û bi vî awayî Ûsê Mi'o ji seferbelikê bi saxî gihajte mala xwe û çîrok û serpêhatiya xwe ji sînorê Rûsyayê heya berriya Mêrdînê ji wan re digot û bi kul û xem dibiland û pê re jî keserek kûr dikişand û digot: Ez ji Ordiya Ûrûsan û Osmaniyan,rêka çûne û nehatinê xelas bûm,lê mixabin ez bi derbên keleşekî kurmanc birîndar bûm û ciwamêrekî Ermenî ez di mala xwe de nan û derman dikirim !
Lewra piştî vegerra wî di dews de ew bi serî kirin û jê re keçek xwestin û anîn navê wê Zîna Dellikî bû ,lê ji bextreşiya wî re tu zarok ji Ûsê re çênebûn û kurdûnde çû ji hêla kurran ve, lewra kevaniya wî heya salên 1960 yan jî sax bû û xaniyê wê li gundê Şemma bû ,gelekî xelkên mala Mi'o rêza wê digirtin ji ber Ûsê çûbû ser heqiya xwe û hecî Zeyna Dellikî li ser mal û arziyê wî mabû.
XELAT