Goreke din a komî li Şingalê hat dîtin

Goreke din a komî li Şingalê hat dîtin

Goreke din a komî li başûrê çiyayê Şingalê hat dîtin, û heta niha ji 93 gorên komî, 68 gorên komî li sînorê Şingalê hatine kolandin.

 Hestiyên du welatiyên Êzîdî û çend perçeyên cil û bergan roja Înê hatin dîtin dema ku çend niştecihên komelgeha Sîpa Şêx Xidir erd ji bo avakirina xaniyan amade dikirin.

Komelgeha Sîpa Şêx Xidir xala yekem a destpêkirina dagirkirina Şingalê di 3ê Tebaxa 2014an de bû. Ev komelgeh bi qasî 40 kîlometreyan li rojavayê Şingalê ye.

Li gorî amarên rêxistina mafên mirovan li navçeya Şingalê, ku ji bo kolandina gorên komî hatiye veqetandin, ji 93 gorên komî, 68 gorên komî li Şingalê hatine kolandin.

XELAT