Beşa "Diyalogvanên ji bo dozê" hat vekirin
Bi boneya 48emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)ê û bi amadebûna Endamê Mekteba Siyasî ya YNK`ê û berprisê mekteba ragihandinê Stran Ebdûlah û endama serkirdayetiyê Firyal Ebdûlah beşa (Diyalogvanên ji bo dozê) li navenda mekeba ragihandinê hate vekirin û têda hêjmarek ji rojnamevan û ragihandkar jî amade bûn.
Her weha di merasîma vekirina wê beşê de hêjmarek ragihandkar û rojnamevanên bi zimanê Erebî di kanalên ragihandinê de dinivîsin û diaxivin hatin xelat kirin.