Tekoşer û şêwekarê Kurd "Star Elî" koça dawî kir
Em xembar û dilgiran bûn bi bihîstina nûçeya koça dawî ya tekoşerê dêrîn yê (Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê û devera Behdînan û şêwekarê navdarê Kurdistanî û Êraqê Heval (Star Elî).
Hunermend Star Elî di ciwaniya xwe de tevlî rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû, heta roja malavayî kirî jî bi bê rawestan ji bo xwast û armancên gelê Kurdistanê li ser rêbaz û felsefa Serok Mam Celal û rêça YNK`ê berdewam bû di xebat û tekoşînê de.
Di heman demê de weku şêwekarekî navdar ê Kurdistanî û Êraqî bi hunera xwe êş û jan û derdeseriyên gelê Kurd dida nîşandan.
Her weha Star Elî rolek bi bandor hebû di ware ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê , bi taybetî piştî serhildana gelê Kurdistanê ku wî demî sernivîserê kovara (Serhildan) bû ku ji aliyê ragihandina malbenda 4`ê ya Duhokê ve dihate weşandin.
Bi nave Sekoya Kurmancî sersaxiyê ji malbat û kesûkarên tekoşerê dêrîn re dixwazîn û hêvîxwazîn ji Xwedayê mezin û dilovan rihê wî di beheşta perîn de şa bike û sebir û hedarê bide hemû aliyekî.
Sekoya Kurmancî