Peyama Konê Reş bo serhildana melyonî a Başûrê welat
Ezbenî! Meha Adarê bi bûyerên şînê dagirtiye, hem jî xweş encamên pîroz daye..
bi piraniya rojên xwe, bi bûyerên kurdewariyê, ji şîn û şadiyê ve neqişandiye..
Çerxa felekê bi gera xwe ya normal têde dizîvire..
Xwerist kirasê bûkaniyê li xwe dike û xaka welatê rokê bi rengê Keskesorê tê xemilandin..
Bav û kalên me jî, ji bo 21ê Adarê wiha gotine: (Bist û yekê Adarê şev û roj hat qirarê).
Agirê Cejna Newrozê jî di vê rojê de li ser çiya û zinarên welatê bilind xuya dike..
Û wek ku diyare, di vê mehê de, berî 34 salan, serhildana melyonî, li Başûrê welat, xweş encama pîroz daye..
Adara we bi xêr û xweşî be..!
XELAT
