Serok Bafil: Rewşa siyasî ya herêmê xizmeta tu aliyekî nake

Serok Bafil: Rewşa siyasî ya herêmê xizmeta tu aliyekî nake

Serok Bafil Celal Talebanî ragihand, rewşa siyasî ya herêmê îro xizmeta tu aliyekî nake, me ji siyaset û rêveberiyeke saxlem dûr dixe,

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Êraqê Alina Romanowski kir. Di civînê de, pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û emnî yên li Herêma Kurdistanê û Êraqê hatin gotûbêjkirin. 
Serok Bafil Celal Talebanî li ser rewşa Herêma Kurdistanê axivî û got: Siyaset û stratejiya YNKê derbarê hilbijartinan de zelale û ji destpêkê ve em li gel wê yekê bûn ku hilbijartin bên kirin, lê bi awayekî adil û bê destwerdan, Her wiha got jî, Mixabin serweriya dadweriyê di bin pirsiyariyê de ye û hizb destêwerdanê di kar de dike, ku ev pêşkeftineke metirsîdare û divê pêşiya wê bê girtin.

Di civînê de Serok Bafil aşkere kir jî ku, Rewşa siyasî ya herêmê îro xizmeta ti aliyekî nake, me ji siyaset û rêveberiyeke saxlem dûr dixe, eger em dev ji zihniyeta ferzkirin û dîktatoriyê bernedin û em nikarin  bi hev re ji bo bidestxistina berjewendiyên netewî kar bikin û nikarin dawî li vê rewşê bînin.