Helbestvanê Kurd yê mezin Bedel Revo Mizurî

Helbestvanê Kurd yê mezin Bedel Revo Mizurî

Helbestvanê Kurd yê mezin Bedel Tahir Yûnis ku bi (Bedel Revo Mizurî) tê naskirinê di 1/8/1960 li gundê (Şêx Hesen) ya ser bi navçeya Şêxan ya Herêma Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navendî û amadeyî li bajarê Musilê temam kiriye di beşê zimanê Rûsî li kolêja wêje ya zanîngeha Bexdayê sala 1985 derçûye.

Karê rojnamevanî ya destpêkê di dawiya alên 70`an de di rojnameya Hedba yali Musilê helbestên xwe bi zimanê Erebî weşandine. Her weha di rojnameyên ku li Bexdada paytext di salên xwendina xwe de bi zimanê Kurdî û Erebî helbestên xwe di rojnameyên Erebî û Kurdî belav kirine.

Demekê jî wekû nûçegîhanê rojnameya Bizav û Hawkarî û kovara Rengîn kar kiriye di naverastên salên 80`an de.

Bedel Revo Mizurî li bajarê Nemsayê ji sala 1991`an dijî û endamê sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê û Nemsayê ye. Her weha endamê komeleya wergêrvanên Êraqê ye û endamê Yekîtiya Cîhanî ya Sînemakarên Ereb e û di gelek festîvalên cîhanî de beşdar bûye.

Bedel Revo Mizurî bi zimanê Kurdî û Erebî û Almanî û Ingilîzî û Rûsî diaxive û dinivîsîne û helbestên xwe bo zimanê Erebî û Ingilîzî û Almanî û Fransî û Îtaly hatine wergerandin.

Eve jî yek ji helbestên Bedel Revo Mizuriye:

Sekoya Kurmancî