`Rewanşad Mam Celal hertim di xema yekitiya kurdan de bûye`
Nivîskar û parlemanterê berê yê DEM Partiyê li perlemana Tirkiyê (Hesen Ozgûneş) diyar kir ku, Rewanşad Mam Celal û YNK`ê hertim xemxurê yekrêziya Kurd û navxweyî ya Tirkiyê û birayetiya Kurd – Tirkan bûye.
Di hevpeyvîneke taybet de bi rojnameya Kurdistanî Nwê re, Hesen Ozgûneş got; Pêvajoya aştiyê li Tirkiyê cara yekemîn di sala 1992`an li ser destê Serok Mam Celal Talebanî destpê kir. Her weha danûstandinên aştiyê di sala 2012`an de jî ku dirêjpêderê hewlên çareseriyê yên rewanşad Mam Celal bû, ku bîngeha wê di salên 90`an de hatibû danîn.
Bal kişand ser wê yekê jî, Hesen Ozgûneş got; Derfetekî nû ji bo gelê Kurd derketiye holê ji ber wê jî pêwîste aliyên Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê pirsgirêkên navxweyî çareser bikin dakû nasnameya xwe li rojhilata navîn misoger bikin.
XELAT