Jineke Ezîdî tevî keça xwe hatin rizgarkirin
Jina Êzîdî tevî keça xwe piştî 11 salan ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û vegeriyan warên xwe li Şingalê.
Jina kurd (Suad Xelef) ku ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve sala 2014`an li gundê Koço hatibû revandin, piştî 11 salan bi keça xwe ya 11 salî re li Şengalê ji aliyê mirovên xwe ve hatin pêşwazîkirin.
Diya Suad Xelef diyar kir ku, Keçek wê ya din jî di wê demê de hatiye revandin û heya niha jî di destê DAIŞ’ê deye.
Xelat
