Şanda DEMê serdana mezarê Serok Mam Celal Kir
Roja duşemê 23/12/2024 li bajarê Silêmaniyê Şanda bilind ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê) serdana mezarê rewanşad Serok Mam Celal Talebanî kirin.
Di kongireyek rojnamevanî Hevseroka Partiya Demê (Tulay Hatîmogulari) axivî û got: Ez di wê baweriyê de me ku, eger Mam Celal vê qonaxê di jiyanê de heba, wê bi hemû hêza xwe ji bo avabûna Sûriyeyeke demokratîk û parastina mafê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bixebitiya.
Tulay Hatîmogulari got jî; niha jî rêzdar Bafil Celal Talebanî li ser heman rêbaza Mam Celal Talebanî berdewamiyê di xebata ji bo Rojavayê Kurdistanê dide. Em îro bi rêzdarî Mam Celal bi bîrtînin.
Ji aliyê xwe ve hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî ragihand û got: Em îro ji bajarê dîrokî Silêmaniyê û li ser mezarê serok Mam Celal beyama yekîtiya gelê Kurd û tîfaqa gelê kurdistanê ji hemû hizbên Kurdistanê re radighînin.
Keskîn Bayindir got jî: Serok Mam Celal berdewam kar ji bo yekrêziya gelê Kurd kiriye.
XELAT