Kempîna "Her Tovek Dareke" hate ragihandin

Kempîna "Her Tovek Dareke" hate ragihandin

Bi hatina werzê payîzê li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kempînek ji bo hişînahiya deverê hatiye ragihandin.

Komeleya (Keziyên Kesk a Jîngehî) kempîna " Her Tovek Dareke " ragihandine û heta niha 170 hezar şitil amade kirine ji bo çandinê.

Komelê li ser rûpela xwe ya torên civakî bang li hemû pêkhateyên civakê dikin ku bi awayekî aktîf beşdarî vê pêngava girîng a jîngehparêzî bibin.

Ew kempîn armanc dike ku hejmareke herî mezin ji tovên cûrbecûr  berhev bike, nemaze yên ku germahiyê kêm dikin, sîwanê ji mirov û heywanan re peyda dikin, û dikarin di heman demê de di asta xwarinê de werin bikar anîn.

XELAT