Şandeke Rewşenbîrên Behdînanê Serdana Sekoya Kurmancî kirin

Şandeke Rewşenbîrên Behdînanê Serdana Sekoya Kurmancî kirin

Roja duşemê 6-5-2024`an li bajarê Silêmaniyê şandeke rewşenbîrên devera Behdînanê serdana Sekoya Kurmancî kirin û rola sekoyê û malpera Xelatê gelek bilind nirxandin.

Di wê dîdarê de, berpirsê sekoya Kurmancî Hozan Efrînî bi xêrhatineke gerim li mîvanan kir û dilxweşiya xwe ji bo serdana şandeya mîvan nîşan da.

Di wê hevdîtinê de, derbarê kar û xebata Sekoya Kurmancî û pêşxistin û parastina ragihandina bi zerevayê kurmancî hat gotûbêj kirin û li ser girîngiya zerevayê kurmancî latînî bi hûrgilî hat şirove kirin.

Şandeya mîvan ku pêkhatibû ji her yek rêzdaran; Beyar Amêdî peyamnêr û rojnamevan, Lutfî Doskî nivîskar û rojnamevan, Mihemed Mihêdî nivîskar û rojnamevan.

Hêjayî gotinê ye ku sekoya Kurmancî di 30-6-2023`an de ji aliyê mekteba ragihandina YNKê li Silêmaniyê hate ragihandin ku taybete bi kurdên kurmanc ên li Kurdistan û li cîhanê ye.

XELAT