Hêjmarek Tekoşerên Dêrîn û Şehîdên Şoreşê Hatin Xelat Kirin

Hêjmarek Tekoşerên Dêrîn û Şehîdên Şoreşê Hatin Xelat Kirin

Bi bonya 49`emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê melbenda rêxistina Pêşmerge li Qelaçiwalan ahengek lidar xist û hêjmarek Pêşmergên dêrîn yên şoreşa nû ya salên 1976`ê û hêjmarek şehîdên destpêka şoreşê hatin xelat kirin.

Aheng bi amadebûna Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ê YNK`ê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê (Şêx Cefer Şêx Mistefa) û Xanima yekem ya Êraqê (Şanaz Îbrahîm Ehmed) û hêjmarek ji berpirsên bilind û pêşmergeyên dêrîn birêveçû.

Her weha di merasîmê de hêjmarek ji şehîdên destpêka şoreşa nû her weha hêjmarek ji pêşmergeyên destpêkê yên ku rola xwe di pêxistina şoreşê de hebûn, him yên başûrê Kurdistanê û her weha yên parçeyên din yên Kurdistanê hatin xelat kirin.

Di nava kesên hatine xelat kirin de jî, herdu endamên serkirdayetiya Partiya Sosyalîst ya Kurd li Sûriyê (şehîd Xalid Xelîl Efrînî û şehîd Ezîz Çerkez ji Amûdê) û kadirê pêşketî yê heman partiyê (Hisên Ehmed) ji herêma Amûdê yên ji Rojavayê Kurdistanê ku di karesata Hekarî de sala 1977`an şehîd bibûn û her weha rewanşad (Ebdulhemîd Hacî Derwîş) Sekreterê Berê Partiya Pêşvero ya Demokrat a Kurd li Sûriye ku wek dostê destpêka şoreşa nû û dostê Mam Celal hate nasandin, hate xelat kirin û xelat ji aliyê hevjîna wî Leyla Hesen hate wergirtin.

Samî Xalid Xelîl (kurê şehîd Xalid Efrînî) û Keça şehîd (Ezîz Çerkez) ku xelata bavê xwe wergirtin.

Kurê şehîd Xalid Efrînî

XELAT