Li Herêma Kurdistanê sê zanîngeh pêşengin

Li Herêma Kurdistanê sê zanîngeh pêşengin

Li ser astê zanîngehên Herêma Kurdistanê di warê lêkolîn, nûjenî û bandora civakî de, (Zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê) di rêza yekem de, (Zanîngeha Polîteknîkî ya Duhokê) di rêza duyemîn de û (Zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê) di rêza sêyemîn de ye.

 Li gorî pîvanên Enstîtuya SciMago, li ser astrê zanîngehên Êraqê de jî, Zanîngeha Silêmaniyê pileya heştem, Zanîngeha Polîteknîk a Duhokê di rêza 12’an de û Zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê jî di rêza 15’an de cihê xwe girtine.

Li gorî daxuyaniya rojnamevanî ku ji aliyê Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê ve hatiye dayîn hatiye gotin ku: “Li gorî pîvanên Enstîtuya (SciMago) ji bo lêkolîn, nûbûn û bandora civakî; Zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê di nav hemû zanîngehên giştî yên ku dane ji saziyê re (SciMago) şandine de di rêza heştemîn de ye. di nav zanîngehên Êraqê de pileya (15) û zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê di rêza (3) de di nav zanîngehên fermî yên Herêma Kurdistanê de ye.

 

XELAT