Li Amedê Fîlma Cîran hate nîşandan
Li bajarê Amedê ya Bakûrê Kurdistanê roja 7/9/2024 bi merasîmekê fîlma (Cîran) hate nîşandan.
Bi amadebûna Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê (Serra Bucak û Dogan Hatun) her weha hêjmarek ji hunermend û rewşenbîr û xelkê Bajarê Amedê li Navenda Çand û Kongreyê promiyera fîlma Cîran a bi derhêneriya Mano Xelîl hat lidarxistin.
Piştî nîşandana sînevîzyona ku di salên 1980’an de bi çavên zarokekî ku li gundekî sînorî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime vedibêje, hevşaredar Bucak û Hatun, baxek kulîlk diyarî derhêner Mano Xelîl kirin.
Derhênerê Kurd (Mano Xelîl) ji dayîkbûyê 1964 li bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Mano Xelîl, dibistana xwe ya seretayî û lîse li bajarê Qamişlo qedand. Pişt re li Şamê dîrok û qanûn xwend, lê dest ji xwendinê berda û di sala 1986an de berê xwe da Çekoslovakya û li wir Akademiya Sînemayê di sala 1993an de qedand.
Mano Xelîl niha li Swîsreyê dijî û weke derhênêr, hilberîner, amadekar û kamêrakêş xebata xwe didomîne her weha heta niha derhêneriya 14 fîlmên sînemayê kirine.
XELAT