Stran Ebdula pêşwazî li şandeke Rojavayê Kurdistanê kir

Stran Ebdula pêşwazî li şandeke Rojavayê Kurdistanê kir

Îro roja çarşemê 11/10/2023 li bajarê Silêmaniyê di avahiya mekteba ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, endamê encumena serkirdeyetiya YNKê Stran Ebdula pêşwazî li şandeke Encumena Sûriya Demokratîk kir.

Her weha şandeya mîvan pêkhatibû ji her yek li Omer Rehmûn cîgirê serokê desteya cêbecêkar a Encumena Sûriya Demokratîk û Hoşeng Derwîş nûnerê encumena navborî li Herêma Kurdistanê .

Di heyama wê hevdîtinê de, derbarê peywendiyên navbera YNKê û tevgera siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê û hemû Sûriye ji bo paşerojeke demokrat ji bo Sûriyeyê ku mafên hemû pêkhateyan parastî bin û bi taybetî pêkhata kurdî û bi taybet jî di aliyê ragihandinê de.

XELAT