Şandeke YNK`ê beşdarî di salvegera cenosîda gundê Koço de kir

Şandeke YNK`ê beşdarî di salvegera cenosîda gundê Koço de kir

Bi nûnertiya Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK`ê) Bafil Celal Talebanî, şandeke bilind ya YNK`ê beşdarî di merasîma 9`emîn salvegera cenosîda gundê Koço ya ser bi navçeya Şengalê kir.

Şanda YNK`ê peyama hevxemiyê bi boneya derbasbûna 9 salan bi ser karesata gundê Koço pêşkêş kir û têde hate gotin ku ew karesat birîneke kûre di wîjdana mirovatiyê de, her weha daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Êraqê jî hate kirin ku hewlên zêdetir bên dayîn jibo rizgarkirina xwîşk û birayên Êzdî ku heta niha çarenivîsa wan ne diyare, her weha hewlên cidî bên dayîn ji bo avadankirina gundê Koço û navçeya Şengalê û gundên derdorê, daxwaza wê yekê jî hat kirin ku pêwîste hemû aliyên Kurdistanî pêkve li nava civaka navnetewî hewl bidin weku welatê Brîtanya komkujiya Şengalê û gundê Koço bi cenosîd bê nasandin.

Sekoya Kurmancî