Belemeke koçberên Rojava li peravên Cezayîrê bin av buye
Li peravên Cezayîrê belemeke koçberan bin av buye û 15 koçber ku piranyia wan xelkê Kobanê ne xeniqîne. Li gor zanyariyên ku Encûmena Penaberan ya Rojava – Sûriyê belav kiriye keştiyek ku têde 25-26 penaber ku 18 kes ji wan ji herêma Kobanê û malbatek ya navçeya Efrînê ne bin av bûye.
Derbarê bûyerê de Encûmena Penaberên Rojava Sûriyê bangewaziyek belav kiriye û eve naveroka wê ye:
Em ji ciwanên xwe dixwazin ku malbatên xwe ji karesatên mirovî biparêzin
Meşa mirina di deryan de ên malbatên Kurd ji bo xwe gihandin ji welatên Ewropa-Amerîka û Austiraliyayê re dirêjpêder e û ev tawanên ku têne kirin ji ber wan koman bê wîjdan pêk tên ku bazirganiya xwîna mirovan dikin û weke hûn dizanin ku rojane nûçeyên xemgîn li ser windabûna ciwanên Kurd bi malbat û zarokên xwe re dibihîzin lê wan ji vê karesatê û ne jî ji wan karesatên berê wane wernegirtine û tevî wê jî em amadekariyên mezin di nava ciwanan de dibînin da ku Kurdistan terk bikin û bi rêya deryayekê berê xwe bidin Ewrûpa û li wir tên daqurtandin Ji bo masî û heywanên deryayî dibin xwarin û îro jî me nûçeya ku penaberên Kurd di deryaya navbera Cezayîr û Spanyayê de binav bûne û jiyan ji dest dane bihîst.
Ev tawan e û divê hemû birayên mw ên Kurd di nava van argumanên metirsîdar de neyên kaşkirin ku ji bilî trajedi û karesatan tiştekî din bi xwe re naynin
Dilovaniya Xwedê li rewanpakiya wan penaberên bê guneh be û wan di bihişta xwe ya herî fireh de bi cih bike û sebir û aramiyê ji malbatên wan re bike .
Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye
8/6/2023