Serokê YNK`ê ji bo yekrêziya Kurd serdana aliyên siyasî dike
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî serdana her yek li (Tevgera Goran û Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Dadgerî ya Kurdistanê) kir.
Di civînên xwe de li gel berpirsên aliyên siyasî rewşa Herêma Kurdistanê û Êraqê û yekrêziya Kurdî hatin gotûbêj kirin.
Her weha roja duşemê, wê şandek bilind ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi şandeke bilind ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê re li bajarê Hewlêrê bicivin.
Naveroka civînê wê gotûbêj kirin li ser rewşa Herêmê û Êraqê û çareserkirina pirsgirêkên heyî û xortkirina pêwendiyan di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî be.