Sirrî Sureya Onder dilsozê gelê Kurd bû
Hunermend, derhêner, ekterîst, nivîskar û kesayetiyê siyasetmedar ê bakûrê Kurdistanê Sirrî Sureya Onder koça dawî kir.
Ji bo koça dawî ya Sirrî Sureya Onder, Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî peyamek sersaxiyê weşand û got: Sirrî Sureya Onder kesayetiyekî diyar û dilsozê gelê Kurd bû, ku di çend qonaxan de parêzvanekî rastîn ê mafên gelê Kurd bû.
Bafil Talebanî diyar jî kir ku, Sirrî Sureya Onder hemû hewlên xwe dan daku pirsgirêkan bi awayekî aştiyane çareser bike û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê serkeftî bike. Windakirina wî xemgîn e û gelê Kurd mirovekî dilsoz û dilovan ê rastîn winda kir.
Sirrî Sureya Onder ji dayîkbûyê sala 1962, li bajarê Semsûrê ya bakûrê Kurtdistanê bû duh 3yê gulanê 2025, li Stembolê jiber krîza dil koça dawî kir
Onder hem derhêner, aktor, rojnamevan û siyasetmedarekî tirk bû. Hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelan û aştiyê terxan kiribû.
XELAT
