Serok Bafil: Em cejnê bikin destpêkek jibo hevgirtin û biratiyê

Serok Bafil: Em cejnê bikin destpêkek jibo hevgirtin û biratiyê

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, hêvî xwest ku cejna pîroz ya qurbanê bibe destpêka qonaxek nû ya hevgirtin û biratiyê.

Eve jî naveroka peyama Serok Bafil Celal Talebanî ye:

"Cejna Qurbanê li muslimanên Kurdistanê û  Êraq û cîhanê pîroz be.

Hêvîdarim ev cejna pîroz aştî û kameraniyê ligel xwe bîne û bibe destpêkek ji bo dawîhatina nakokiyan û destpêka qonaxek nû yê hevgirtin û biratiyê be, em bihevre di çarçoveya Kurdistaneke ferehreng û dewlemend bi hevdû qebûl kirin û rêzgirtina li cudahiyan, jiyanek aram û dûr li tundûtîjiyê û tundrewiyê derbaz bikîn,

Nabe em rê bidin hizra tundrewî ku cihê nermrewiyê bigre û pêwîste kultura xweşewîstî û jiyan dostî li ser civaka xwe zal bikîn. Di warê  siyasî de jî em cejnê bikin bîngehek jibo derbaskirina hevrikiyan û mizgîniya yekrêziyekî hemîşeyî li navxwe û derve bidîn xelkê xwe yê xweşewîst, ku eve jî tenha rêye jibo bihêzkirina Kurdistana xwe û parastina berjewendiyên xwe yên nîştimanî û netewî."

 Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê