Li Êraqê heta niha 301 gorên komî hatine dîtin
Endama Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li perlemana Êraqê (Sirwe Mihemed) ragihand ku, heta niha 301 gorên komî li Êraqê hatine dîtin.
Sirwe Mihemed ji malpera rojnameya Kurdistanî Nwê re gotiye, weke Komîteya Malbat, Zarok û Jinan me serdana Serokwezîrê Êraqê kir, di wê çarçoveyê de min nivîsek ji serokwezîr re şand û jê xwest ku ji bo berdewamkirina kolandina gorên komî bernameyeke demdirêj were danîn, wî jî nameyek ji saziya Şehîdan a ÊIraqê re şand daku kolandina gorên komî yên mayî berdewam bikin.
(Sirwe Mihemed) got:"Bi awayekî giştî 301 gorên komî li Êraqê hatine dîtin, ku dîroka wan vedigere serdema rejîma jinavçûyî ya Êraqê, herweha 91 cih hatine destnîşankirin û hejmareke mezin ji gorên komî hatine dîtin.
Sirwe Mihemed ew yek jî aşkira kir û got: Gorên komî niha di bin çavdêriya Xanim (Şanaz Îbrahîm Ehmed) de xebata kolandina wan tên kirin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku, di gorên komî de heta niha zêdetirî 7 hezar rûfat hatine dîtin.

Sirwe Mihemed, perlemantera Êraqê
XELAT
