Tîma Kurdaxê di palawantiya `Kûpa Kobanî` de diçe fînalê
Di çarçoveya çalakiyên turnuvaya (Kûpa Kobaniyê) ya ku niha li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin de, tîma Kurdax a Efrînê ya li Silêmaniyê bi ser ket û derbasî lîstika turnuvaya dawî bû.
Serpereştê Tîma Kurdaxê rêzdar Rêzan Gemrûkê ji malpera Xelatê re ragihand ku, tîma wan Kurdax bi 3`ê golan berameber 1 golî li hemberî tîma Hêz Hat biserket û bi vî awayî tîma Kurdaxê derbasî turnuveya dawî ya kûpa Kobanîyê dibe.
Ji aliyê xwe ve tîma kovara Xelatê vê serkeftinê li tîma Kurdaxê pîroz dike û hêvî dixwaze ku di lîstika dawî de kûpa Kobanî bidest bixe.
XELAT