Qazaxistan: `GULŞAN`ê di mûzîkê de pileya duyemîn bidest xist
Keça kurd `Gulşan` a 11 salî di pêşbirka muzîkê ya Komara Qazaxistanê de pileya duyemîn girt.
(Gulşana Yaqûb Xelîlova) bi beşdariya heftemîn festîvala muzîkê ya bi navê Jan «DoStar» ku li bajarê Astana paytexta Qazaxistanê hat lidarxistin, serkeftî bû û pileya duyem bi dest xist.
Gulşan bi performansa xwe ya li ser amûra muzîka gelerî dombira beşdarî festîvalê bû.
Li gorî rûpela Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê, (Gulşana Yaqûb Xelîlova) xwendekara dibistana jimare 22 ya gundê Karabulak a navçeya Talgar a Komara Qazaxistanê ye. Ew ji ber taybetmendiya xwe ya karanîna amûrên muzîkê yên cihêreng û fêrbûna zimanan berbiçav e. Bê şik ji bo eşkerekirina jêhatiya Gulşana biçûk rola malbata wê girîng e. Divê bi taybetî rola meta wê Gulşan Xalilova, endama Komelaya Kurdên Qazaxistanê ‘Berbang’ bête dîtin.
XELAT/Jêder: Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê


