Li Helebçe Festîvala Hinaran û Payîzê Destpêkir
Îro Pêncşemê 31/10/2024 li bajarê Helebçe festîvala hinaran û payîzê bi beşdariya bidehan cotkar û xwediyên kar destpê kir.
10.mîn festîvala hinaran û payîzê ya Helebçe bi beşdariya 600 xudan kar û xwediyên berhemên hinaran birêve diçe û biryare 3`ê rojan wate heya roja şemiyê bidome.
Her weha di festîvalê de ji bilî nimayîş û frotina hinaran û ew berhemên jê tên çêkirin wek şerbet û dimsa hinaran, karên destî û xwarinên kurdewarî û bi dehan curên berhemên xomalî tên nimayîşkirin û her weha geştiyarekî zêde serdana festîvalê dikin.
XELAT/ Foto: Bîrewer Zahîr