Encumena penaberan erkê nû yê muqedem Umêd pîroz kir

Encumena penaberan erkê nû yê muqedem Umêd pîroz kir

Îro roja çarşemê 31-7-2024 li bajarê Silêmanî, bi armanca pîrozkirina erkê nû yê muqedem Umêd şandeke Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê serdana bingeha nişîngeha penaberan kir û ji aliyê berpirsê bingehê kak Muqedem Umêd ve hat pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtina du qolî de, herdu aliyan li ser hevkarî û hemehengiyan bi hev re ji bo xizmetkirina bihêztir yê penaberên Rojavayê Kurdistanê lihev kirin û soza dirêjpêdanê dan.

Muqedem Umêd da xuyakirin ku xizmetkirina penaberan erkeke mirovî û kurdeyetî ye û ewê di wê karî de dirêjpêder bin.

Di dawiya civînê de, serokê Encumenê (Hozan Efrînî) germtirîn pîrozbahiyên Encumena Penaberan bi çepke gulekê pêşkêş bi kak muqedem Umêd kir.

Hêjayî gotinê ye ku ew şanda Encumenê pêkhatibû ji her yek Hozan Efrînî serok û Roşîn Serêkanî endama rêvebiriya Encumenê û Bekir Reşîd Te`o endamê peywendiyên Encumenê.

Xelat