Qonaxeke dîrokî ya serkeftî a Serok Mam Celal
Cara yekemîn di dîroka Êraqê de, di 1`ê Mijdara 2003`an de, rewanşad Serok Mam Celal Talebanî wek yekem kurd bû ku erkê serokatiya dewrî a Encûmena Hukimraniya Êraqê pê hat spartin.
Ev gav wek destpêka qonaxeke girîng li Iraqê hat dîtin, Serok Mam Celal di demê yek mehî a serokatiya Êraqê de ji bilî zincîreyek civîn û hevdîtinên berfireh û serkeftî, çendîn çalakiyên dîplomatîk pêk anîn.
Mam Celal ji dost û dijminan re ew rastî îsbat kir ku neteweya Kurd xwediyê kesayetiyek siyasî ya bilind e û ew şiyan heye ku serokatiya welatekî mezin bike.
Her di wê serdemê de jî karî xişteyekî demî ji bo damezrandina hikûmeteka demkî ya xwedî serwerî deyne.
XELAT/ Saziya Serok Celal Talebanî