Encamnameya Konferansa 100 saliya Lozanê

Encamnameya Konferansa 100 saliya Lozanê

Di rojên 22-23-24/7/2023 li bajarê Lozanê paytexta Swîsrayê bi beşdariya Partî û rêxistinên Kurdistanî û hêjmarek mezin ji akademîsiyen û mafnas û ronakbîr û kesayetî, nûnerên pêkhateyên netewî û olî û jinan, konferanasa sed saliya Lozanê li ew cihê ku berya 100 sal biryara înkarkirina gelê Kurd û mafên wê di çarçoveya peymana bêbext ya Lozanê hate dayîn hate lidar xistin .

Di konferansê de bi kûrahî û hûrgilî derencamên peymana Lozanê hatin gotûbêj kirin û hemû bandorên xirab ya peymanê hatine şîrove kirin, her weha konferansê pêşniyar û rasparde bi awayekî zanistî û yasayî destnîşan kirin bi awayekî ku li gel şert û mercên navxweyî û navdewletî biguncên.

Her weha konferansê xebata gelê Kurdistanê ji bo bi cî anîna mafên rewayên xwe û nehêştina şopên Lozanê bi rewa zanî, her weha daxwaz ji wan welatan kir yên ku îmza li ser peymana Lozanê kirine ku piştgîriya Gelê Kurdistanê bikin û alîkar bin ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan yên dîrokî û êdî piştevaniya dagirkerên li ser Kurdistanê nekin. Di heman demê de daxwaz ji welatên ku parçeyên Kurdistanê li ser wan hatine dabeşkirin kir, ku deriyê çareseriya aştiyane ya doza gelê Kurd vekin.

 Di konferansê de li ser sê astên; navxweyî, herêmî û navneteweyî pêşniyar hatin kirin, biryar hatin wergirtin.

Li ser asta navdewletî:

  1. Li welatên ku Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin ji bo gelê Kurdistanê mafê xwe yê diyarkirina çarenivîsê bi dest bixe, saziyên navdewletî piştgiriyê bidin daxwazên gelê Kurdistanê.
  2. Di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de komîsyoneke navneteweyî bê avakirin ku nûnerên Kurdistanê jî di nav de hebin. Ji bo meseleya Kurd bi rengekî aştiyane û diyalogê bê çareserkirin, ev komîsyon peywendiyan bi aliyên Peymana Lozanê re dayne.
  3. Ji bo Kurd di asta çavdêriyê de bibin endamê Neteweyên Yekbûyî kar bê kirin.
  4. Dewletên ku Kurdistan di nava xwe de parve kirine ji ber tawanên ku li dijî gelê Kurdistanê kirine li dadgeheke navdewletî bên darizandin, ji bo vê hewl bê dayin.
  5. Saziyeke Neteweyî ya Hevpar a Kurdistanî bê avakirin ku di asta navneteweyî de karê dîplomasiyê bimeşîne.
  6. Di nava 100 salên Peymana Lozanê de li dijî gelê Kurdistanê tawanên komkujî û qirkirinê hatin kirin. Welatên ku bûne aliyê peymanê ji ber van tawanan qerebûyê bidin. Garantiyê bidin gelê Kurdistanê ku careke din van tawanan dubare nekin. Ji bo cezakirin û qedexekirina van tawanan di asta navneteweyî de piştgirî were dayin.
  7. Êrîşên esmanî yên li ser gelê Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava û Herêma Kurdistanê bêne astengkirin. Li Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî 'qada li firînê qedexe' bê ragihandin. Ji bo aştî û aramiya navçeyê, hêzên Kurd li gel hêza aştiyê ya navdewletî li ser sînorê Rojava û Tirkiyeyê bêne bi cih kirin.
  8. Ji bo destpêkirina proseya aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogan daxwazê ji Tirkiyê dikin hemû girtiyên siyasî azad bikin.

Li ser asta navxweyî ya Kurdistanê:

  1. Parastin û pêşvebirina berjewendiyên neteweyî yên Kurdistanê di ser hemû berjewendiyên şexsî û siyasî de bêne dîtin.
  2. Dûrketin ji nakokiyên siyasî yên navxweyî, kar ji bo çareseriya nakokiyên navxweyî bê kirin.
  3. Dest li karên navxweyî yên parçeyên Kurdistanê neyê werdan û qewareya Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê bêne parastin. Pêkanîna komîteyek hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser ya Rojava de ji bo hemahengî û hevkarî di warê siyasî û aborî û çandî û civakî de bê kirin û ji bo bicih anîna erkên hevbeş.
  4. Bi beşdariya hemû dînamîkên neteweyî Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê bê pêkanîn.
  5. Misogerkirina parastina taybetmendî û rêzgirtin li pêkve jiyana pêkhateyên Kurdistanê bi hemû netew û ol û mezheban.
  6. Nirxandin û handana azadiya jinan bi yeksanî li gel zilam jibo pêşvebirina xebata nimûneyî li nav civaka Kurdistanê de.

 Li asta Rojhilata Navîn û welatên ku Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin:

1.Ew defaktoya Rêveberiya Xweser li navendên navnetewî û bi taybetî Neteweyên Yekbuyî (UN) bi rengekî fermî bêne qebûl kirin û naskirin.

2.Ji bo gihêştin bi armancên xelkê Kurdistanê pêwîste bi hemû awayî yekîtî û yekdengî di astên bilind de were pêkanîn, şikandina serdema Lozanê bi tenê bi rêkeftinên navxweyî tê piştrastkirin û çespandin.

3.Daxwaziyek cidî li dewleta Tirkiyê tê kirin ku ew sozên di peymana Lozanê de jibo kêmîneyên ne musliman hatibû dayîn bi bê cudahî cîbicî bike.

4.Êzidî û Yarsan li nav kategoriya ne muslimanan de bi fermi bêne naskirin bi awayekî ku ew mafên ji bo Ermenî û Suryan û Keldanan hatiye qebûlkirin ji bo Kurdên Êzidî û Yarsanan jî were pesend kirin.

5.Pêwîste li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ezmûna Rojavayê Kurdistanê her yek nivîsîngeheke xwe ya taybet bi peymana Lozanê hebe daku erkên xwe li hemberî wê peymanê bi cih bîne.

6.Organekî şêwirmendî û rênîşanderî di navbera beşên Kurdistanê bê avakirin ji bo hişyarî û planên hevbeş.

7.Daxwazê ji herdu desthiladarên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dikin hemû pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.

8.Li gor madeya 140 ya destura daîmî ya Êraqê , pirsgirêka deverên Kurdistanî yên derveyî Herêmê bêne çareser kirin û taybetmendiyên deverên hatine bi erebkirin jî li ber çavan bên girtin.

 

Vîna gelê Kurdistanê wê her biserkeve

Nemirî jibo şehîdên rêya azadî ya xelkê Kurdistanê

Sekoya Kurmancî