Stran Ebdulah: YNK`ê karî daxwaziyên gelê Kurdistanê bidest bixe
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ê Stran Ebdullah ragihand, YNK`ê dikanî xwast û daxwazên gelê Kurdistanê li Parlemana Êraqê bidest bixe.
Stran Ebdulah di daxuyaniyekê de ragihand: Ya ku YNK`ê di budceya Êraqê de bi cih kirî ewe ku karê pêşîn li Herêma Kurdistanê dayîna mûçeyê fermanberan û xanenişînane li hemû parêzgehane, ango bo Hewlêr û Silêmanî û Duhok û Helebçe.
Amaje bi wê yekê jî dike ku, Silêmaniyê mafkiriye ku karmendên xwe weku Hewlêr û Duhok di dema xwe de mûçeyên xwe werbigirin.
Stran Ebdulah tekez kir û wiha got, Kurdayetiya rast ewe ku bi rêya yasayê mûçeyên karmendan bêne peydakirin. Ewa ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di budceya Êraqê de bi cih kiriye jibo gelê Kurdistanê û parêzgehên Kurdistanê ye:
Got jî; Ew aliyên bi helwêsta Kurdane ya YNK`ê qels bûne diyar ku niyetek wan ya xirap hebûye. Kesên ku tevlîheviyê dikin diyare niyeta wan ewe ku fişarê bixine ser Silêmaniyê û YNK`ê.
Stran Ebdulaah di dirêjahiya daxuyaniya xwe de got; Tu kesek nikare xwe bike merc`a Kurdayetiyê bi ser YNK`ê çûnkî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê merce`ê xwast û daxwazên gelê Kurdistanê ye û dikare xwast û daxwazên xelkê Kurdistanê bidest bixîne.
Di dawiya axaftina xwe Stran Ebdulah tekez kir; Kurdayetiya rasteqîn xizmetkirina gelê Kurdistanê ye, Kurdayetiya rast ne bi zulma li ser parêzgehekê ye.