Jinên Kurd bûne sembolên wêrekî û azadiyê li cîhanê
Jinên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bûne sembolên wêrekî û azadiyê li cîhanê û gelek jinên Kurd di dîrokê de wekî sembolên azadî û wêrekî hatine tomar kirin û li kêleka birayên xwe di azadiya gelê xwe de rolek lîstine.
Jinên Kurd ên herî navdar ku navên wan dê di dîrokê de bilind bimînin, li Başûrê Kurdistanê (Hêro Îbrahîm Ehmed) e, ku wekî yekem Pêşmergeya jin a şoreşa nû li dijî zilmê şer kir, her weha li Bakurê Kurdistanê (Leyla Zana) û li Rojavayê Kurdistanê jî ên wek (Arîn Mîrkan û Nesrîn Ebdulah) û li Rojhilatê Kurdistanê (Mîna Qazî Mihemed) di nav navên herî berbiçav de ne ku jiyana xwe ji bo azadî, serxwebûn û piştgiriya gelê xwe terxan kirine. Di demên berê de, ew bûne nasnameya jinên Kurd, lê fedakariya wan ji bo azadiya gelê wan hiştiye ku ew berdewam bikin û rûbarê têkoşîn û berxwedana wan fireh dibe.
Li vir, wekî sembola şiyana jinan li Kurdistanê di warên siyasî, zanistî û berxwedanê de, em ê mînakên çend jinan bidin, ku bê guman berî wan, Kurd wekî neteweyek bêdewlet gelek jinên wêrek û şervanên azadiyê hebûn.
Li Başûrê Kurdistanê û di dîroka hemdem de xanim (Hêro Îbrahîm Ehmed) nimûneya jina tekoşer û siyasî û rewşenbîre ku di 12ê Hezîrana 1948an de li Silêmaniyê di malbateke welatparêz û rewşenbîr de ji dayik bûye.
Hêro Xan Pêşmerge, rojnamevan, xêrxwaz, xêrxwaz, rewşenbîr, siyasetmedar û hevjîna Serok Mam Celal Talabenî ye. Ku bi kamîreya xwe li serê çiyan rûdanên şoreşa nû her weha êrişên wî demî li dijî şoreşê û xelkê û çalakiyên qehremanî û wêrekî ên pêşmergeyan tomar dikir û nîşanî cîhanê daye.
Piştî Serhildana gelê Kurdistanê jî, Hêro Xan siyasetmedareke jêhatî bû, di vejandina çand û parastina cihên çandî û dîrokî de beşdar bû, xizmeta huner, medyayê û zarokan kir û damezrênera saziya Parastina Zarokan a Kurdistanê û telvizyona Xak û Kurdsat TV yê ye, piştgirî da hemî rojnamevan, ciwanên xwedî ezmûn û jêhatî, û her gav piştgirî da jinên wêrek û parêzvana mafên jinan bû li her çar perçeyên Kurdistanê.
Her weha di dîroka jinên Kurd de, her yek ji (Xanzada Mîrê Soran, Hepsa Xanî Neqîb û Leyla Qasim mînakên jinên Kurd in ku bi têkoşîn û berxwedana xwe ya siyasî bûne sembolên jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê. Bê goman jinên din jî hene ku li ser şopa wan meşiyan û cihê destên wan ji bo azadiya gelê xwe diyar bûye.
Di heman demê de, li Rojavayê Kurdistanê, bi destpêkirina şoreşê di sala 2011an de, tevgera jinên Kurd bi xurtî beşdarî avakirina pergaleke civakî ya nû bû, ku di encamê de rêveberiya xweser hate damezrandin.
Her wiha, bi hezaran jin tevlî Yekîneyên Parastina Jinan bûne û hîn jî ji bo parastina destkeftiyên şoreş û gelê Kurd şer dikin.
Nimûneyek ji şervanên jin (Arîn Mîrkan) e, ku fermandareka berê ya Yekîneyên Parastina Jinan bûye û di 5ê Cotmeha 2014an de, di dema dorpêçkirina Kobanî de di şerê li dijî terorîstan de ji bo rizgarkirina gel û hevalên xwe cane xwe feda kir û bû sembola serkeftina Kobanî.
Di heman demê de, Nesrîn Abdullah, çalakvaneke jin a Rojavayî, yekem jina ku li Parîzê bi cilên leşkerî ket Qesra Elysee bû û ji hêla Serokkomarê wê demê yê Fransayê ve hate pêşwazîkirin.
Di êrîşa dawî ya li ser taxên Kurdan ên Helebê de, Denîz Efrîn, li taxa Şêxmeqsûd şervana keç a Kurd ku bû sembola berxwedana gelê wêrek li Helebê û nîşan da ku dagirker ji laşên wan jî ditirse û ew bû sembola wêrekiyê.
Li Bakurê Kurdistanê jî, Leyla Zana, Sakîne Cansiz û hevalên wê mînakên siyasetmedarên jin û berxwedanê ne. Leyla Zana di sala 1961an de li Amed ji dayik bûye û di sala 1991an de bû yekem jina ku bû endama parlemana Tirkiyê ya bi zimanê Kurdî sonda xwe ya yasayî xwar ku wê demê zimanê Kurdî qedexe bû. Her weha ji ber ku ala Kurd li porê xwe pêçabû, 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ew hîn jî jineke qehreman e di têkoşîna azadiya gelê xwe de, ew têkoşîna wê berdewam dike.
Her weha Sakîne Cansiz, Fidan Doğan û Leyla Şayilemez jî mînakên dîplomatên jin in ku li Ewropayê welat bi welat, bajar bi bajar, derî bi derî çûn, ji bo doza Kurd piştgirî kom kirin. Ew di êrîşeke çekdarî de li ser mala xwe ya li Parîsê şehîd bûn.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî gelek mînakên jinên wêrek hene, di nav wan de (Mîna Qazî Mihemed) heye, ku di sala 1908an de li Mehabadê ji dayik bûye û di salên 1927-1928an de bi Pêşawar Qazî Mihemed re zewiciye. Her çend ew baş nexwendibe jî, wê di hemû waran de piştgirî û alîkariya Pêşawa kiriye.
Mîna di demek kurt de karî alîkariya mêrê xwe bike û bi fermî tevlî jiyana siyasî bû. Di dema damezrandina Komara Kurdistanê de, ew bû seroka rêxistina (Yaya) ku rêxistineke civakî ya jinan bû. Bi vî awayî, di vê rewşê de û dema ku adet û kevneşopiyên civakî ji bo beşdarbûna jinan di çalakiyên siyasî de asteng bûn, Mîna karî roleke girîng di destpêka ketina jinan a têkoşîna siyasî de bilîze. Mîna di 18ê Sibata 1998an de li Mehabadê koça dawî kir.
Di dîroka berê de jî, jinên Kurd di pêşengiya berxwedan û wêrekî de bûn. Wek nimûne Edîle Xanim, ku wekî Xanimeke Başûr jî tê nasîn, jineke rewşenbîr a Kurd bûye û keça Ebdulqadir Beg bûye. Gelek çavkanî li hev dikin ku ew di sala 1859an de ew li bajarê Sinne ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di 18 saliya xwe de bi Osman Paşa re zewiciye û ew li Helebçe bicih bûye. Ew dayika du helbestvanên navdar, Ehmed Muxtar Caf û Tahir Beg Caf bûye.
Ev çend mînakên jinên Kurd in ku di demên dawî de di têkoşîn û berxwedana gelê xwe de rolek lîstine û hin ji wan hîn jî sax in û ji bo bidestxistina armancên xwe têkoşîn û tekoşîna xwe didomînin.
Jinên Kurd di demên berê û niha de her gav temamkerê mêran bûne, û li kêleka birayên xwe çek hilgirtine û bûne sembolên azadî û wêrekiyê li cîhanê, bi dijminên xwe re rû bi rû mane û ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine.
Xelat/ PUKMEDIA
