Li Amedê her roj şorba germ tê belavkirin

Li Amedê her roj şorba germ tê belavkirin

Li bajarê Amedê ya Bakûrê Kurdistanê bi rêya `Kaniyên Îkramê` ya ku li ber nexweşxaneyên bajêr hatine çêkirin, şorba germ pêşkêşî welatiyan dike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Kaniya Îkramê ya ku li 4 nuqteyên bajêr hatiye danîn, her hefte li 2 hezar kesî dest bi belavkirina şorbeya bêpere kir.

Şorba ku serê sibê li aşxaneya Daîreya Xizmetên Civakî tê amadekirin, her hefte bi rêya Kaniya Îkramê ya ku li ber Polîklînîka Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyûbî û Nexweşxaneya Jineolojî û Zarokan hatiye avakirin, ji welatiyan re tê dayîn.

Ev yek bûye cihê kêfxweşiyên welatiyên bajêr û welatiyê bajarê din jî daxwaz dikin ku li bajarên wan jî ev yek çê bibin.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Silêmaniyê jî karên xêrxwazî bi awayekî berfireh hene bi taybetî li mizgefta mezin a bajêr ji bo bi sedan kesan xwarin tên amade kirin û bê pere kesên hejar qesta wê dikin ji bilî çendîn cihên bi vî renkî eve jî diyar dike ku, ev kultur kurdewariye û ji kevin de berdewam e.

 XELAT/Rûpela Şaredariya Amedê