40.mîn salvegera mirina sînemakarê Kurd Yîlmaz Guney

40.mîn salvegera mirina sînemakarê Kurd Yîlmaz Guney

Sînemakarê Kurd ê navneteweyî (Yîlmaz Guney) beriya 40 salî roja 9`ê Îlonê 1984`an ji ber nexweşiya penceşêrê li Parîsê paytexta Fransayê koça dawî kir.

Navê xwe yê rast (Yîlmaz Pûtûn)e lê bi Yîlmaz Guney, wate Yîlmazê Başûrî an (Yîlmazê Kurdistanê) dihate naskirinê.

Romannivîs, lîstikvan û derhênerê sînemayê Yîlmaz Guney, di 1`ê Nîsana 1937an de li gundê Yenîce yê ser bi bajarê Edeneyê ji dayik bibû. Bavê wî Kurdê Zaza ye ji navçeya Sêwregê ya Rihayê ye û diya wî ji navçeya Gimgimê ya Mûşê ya bakûrê Kurdistanê ye. Piştî temamkirina xwendina xwe a amadeyî li zanîngehên Stenbolê beşa kolêja aborî xwend.

Jiyana xwe li zindan û li holên sînemayan digeriya, ku rayedarên tirk her tim ew digirtin û davêtin zindanan, bi taybetî jî piştî ku xelatek bigirta an jî xebatek wêjeyî biqedanda. Ev yek jî di demekî de ku dewleta Tirk di wî demî de bi fîlmên Guney beşdarî di festîvalên fîlman de dikir. Yîlmaz Guney di zindanê de senaryo ji zêdeyî fîlmekî re nivîsand, ku ya herî navdar fîlmê (RÊ- `YOL`) bû.

  Di sala 1957an de wek alîkarê derhênerê fîlmê (Kurên vî welatî) ket nav cîhana sînemayê, û piştî wê di 400 berhemên sînemayî de wek lîstikvan xebitî, ji wan 110 fîlmên ku di rola sereke (qehreman) de bûn her weha derhêneriya 18 fîlmên sînemayî kirin.

Yekem karê wî di sala 1958an de bi derhênerê tirk ê pêşverû Atif Yîlmaz re bû û ji wir jî Yîlmaz dest bi nivîsandin, lîstikvanî û derhêneriyê kir û di sala 1958an de yekem karê xwe yê hunerî di fîlma (Kurên Vî Welat) de derket.

Yîlmaz Guney ku wek bavê ruhî yê sînemaya kurdî tê naskirin, wek lîstikvan û derhêner 17 xelatên sînemayê stendin, lê xelata wî ya herî girîng ew bû ku di sala 1982an de bi fîlmê xwe yê herî navdar (Rê) di Festîvala Fîlman a Kannesê de xelata (Palmiyeya Zêrîn) wergirt.

Dibe ku berhema edebî ya herî girîng ku behsa jiyana Guney dike, pirtûka (Nawka) ku di sala 1987 de li Moskowê bi navê (Yîlmaz Guney) ji aliyê rojnamevan û senarîstê azerî (Hesînov) ve hatiye çapkirin Hevpeyvînek dirêj e, ku bi qonax bi qonax dema ku (Yîlmaz Guney) di girtîgehê de bû, hatiye kirin.

XELAT/Ji Ajansan