Çîroka Jidayîkbûna `Jana Gel` li zimanê Gelawêj Xanimê
Nivîskar: Gelawêj Xanim
“Em di wê xaniyê de bûn, dema ku Şêx Mehmûdê Mezin wefat kir û termê wî yê pîroz bi rêya Kerkûkê vegerandin bo bajarê Silêmaniyê û bavê Hêro (Mamosta Îbrahîm Ehmed) jî bi wan re çû.
Romana “Jana Gel” wê rojê li ser wê bûyerê pêkhat, ji ber ku `ez dûcanî bûm` êşê ez digirtim û bavê Hêro neçar dibû min bi cî bihêle û biçe.
Îca dema ku gihêştibû Silêmaniyê tevlîhevî derket û xwepêşandan û dirûşmên “hilweşe hikûmet“ hatin bilind kirin.
Hikûmetê gule li xwepêşanderan barandin û di encamê de gelek kes hatin şehîd kirin û birîndarkirin û hindek jî hatin girtin. Di nava şehîdan de jina kurd (Exter) hevjîna hunermendê Kurdperwer (Reşol) jî hebû.
Silêmanî ew çend roj bûn di nava aloziyê de bû, xelk hemû xemgîn û nerihet bûn.
Bavê Hêroxanê (Îbrahîm Ehmed), piştî çend rojan vegeriya Kerkûkê û wî demî keça min Lîlozî hatibû dinyayê.
Dema bavê Hêro ji Silêmaniyê vegeriya, ji min re got: “Min li ser van bûyeran romanek di hişê xwe de nivîsiye.”
Îca bi kurtî ji min re behsa romana xwe kir û ji min axivî û got: "Ez bi cenazê rehmetî nemir Şêx Mehmûd re çûm. Tu li vir janê tu girtibûyî. Dema em çûn tevlîhevî çêbû û em bi hev ketin, gulebaran, kuştin û girtin. Ger ez bihatama girtin êdî min nedizanî bû ku çi hatiye serê te."
Gelekî xweşiya min hat û min jî got: "Dê dest bi nivîsîna romanê bike destên te xweşbin, dîsa nebêje îro na sibê, ne îşev, sibê. "
Bavê Hêro di nivîsandinê de hinekî tembel bû. Tim digot îro û sibê, heta ji bo name nivîsandinê jî her weha bû.
Dema ku ew mijûlî nivîsandina tiştekî dibû, ez zû zû diçûme jorê dema ku min didît mijûlî karekî dinê ye êdî dibû qireqira me… Carinan dema ku ez nêzikî wî dibûm dengê tepetepa lingên min dibihîst û bi lez û bez nivîsa xwe digirte destê xwe, mîna ku dinivîsîne.
Lê belê (Jana Gel) her zû destpê kir, demek dirêj jî pêçû taku bi dawî kir, ji ber ku pir mijûl bû. Bûyerên weha rû didan ku neçar dibû xeyalê wî (têfikirîn)a wî belav bibe.
XELAT/ Wergerandin: Dawûd Çîçek