Dergûşa Medan

Dergûşa Medan

Helbest: Welîd Xelîl

 

Kurdistan ….

Warê Serok Mam Celal…

Elî Eskerî…

Mame Rîşe

Leyla Qasim e…

 

Di tênivîsên xwendingeha xwe de

Li ser mêza xwe, li ser daran

Li ser Berfê çiyayên Hawarê ya Efrîn ,Ezmer ,Sefîn

 Agrî û Zagrosan

Di paytexta dilê xwe navê te dinivîsim

 

Kurdistan

 

Warê Şêx Seîdê Pîran…

Seyîd Riza…

Zerîfe û Elî Şêr…

Mazlûm û Egîd…

Bêrîvanan e…

 

Li ser rûpelên Spî yên paqij

Li ser pelên darên Zeytûn yên Efrînê

Li ser kevir, xwîn, kaxez, an xwelî

Ez navê te dinivîsim;

 

Kurdistan

 

Warê Qazî Mihemed…

 Simokoyê Şikak..

Rustemê Zal e.

 

Bo wêneyên Zêrîn

Bo top û tifingan

Ji bo xatira evîna Mem û Zîn

Ez navê te dinivîsim

 

Bo dengê zarokekên bê guneh

Bo dayîkên xwedawendên geşbîn

Navê te dinivîsim..

 

Kurdistan

 

Warê Arîn Mêrkan…

Şêx Meşûq Xeznewî ye.

 

Bo golên teze yên bi Heyvê ronîkirî

Bo zevî û asoyan

Bo baskên Kevok û çûkan

Bo pepûleyan...

Ez navê te dinivîsim

 

Bo her bêhna hêvî ya sibehê

Li ser çiyayên azad

Ez navê te dinivîsim…

 

04-11-2025 .Sêşem

Xelat