Hevpeyvîna Serok Mam Celal bi rojnameyeke Spanî re cara yekem tê weşandin

 Hevpeyvîna Serok Mam Celal bi rojnameyeke Spanî re cara yekem tê weşandin

 Hevpeyvîna Serok Mam Celal bi rojnameyeke Spanî re cara yekem tê weşandin

Manuel Martorell: Niha ji her demê bêtir pêwîstî bi siyasetmedarekî xwedî şiyan wek Talabanî heye

 

(Manuel Martorell) rojnamevanekî Spanî û pisporekî doza kurd e. Di sala 1988an de, wî di rojnameya Spanî (DIARIO16) de li Madrîdê hevpeyvînek bi Serok Mam Celal re kir.

Manuel di hevpeyvînek taybet de ji rojnameya Kurdistanî Nwê re, Manuel got ku armanca sereke ya serdana serok Mam Celal Talebanî ew bû ku ji hikûmeta Spanyayê bixwaze ku firotina çek û materyalên kîmyayî jibo Êraqê re rawestîne, her wiha nêrîna Serok Mam Celal ji bo dewletbûn, aramî û aştiyê ne tenê li Kurdistanê, belkû li seranserê Rojhilata Navîn wekî pêwîstiyek didît. Ji bilî wê jî (Manuel) rola Serok Mam Celal di navneteweyîkirina doza kurd de wekî girîng bi nav kir.

**We kengî û li ku derê cara yekem Mam Celal dît? hûn li ser çi axivîn?

- Pisporiya min wekî rojnamevanekî li ser doza kurd derfet da min ku ez rêberên kurd nas bikim. Cara yekemîn di Cotmeha 1988an de, di dema konferanseke taybet li ser Kurdistanê de, ku li Madrîdê birêveçû min Mam Celal dît , konferansa ku ji hêla Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya ji bo Amerîkaya Latîn û Afrîkayê ve hatî organîzekirin de.

Sê kesayetiyên navdar ên kurd ji bow ê konferansê hatibûn vexwendin ew jî: (Kendal Nezan), kurdekî ji Bakurê Kurdistanê û rêveberê Enstîtuya Kurdî li Parîsê; (Ebdulrehman Qasimlo), serkirdeyê navdar ê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, (Celal Talabanî). Min di rojnameya (Diario16) de bi Talabanî re hevpeyvînek kir.

Mam Celal di wê hevdîtinê de bêhelwestiya civaka navneteweyî li hemberî qirkirina gelê Kurd li Êraqê û firotina çek û pêkhateyên kîmyewîyan bi rejîma Sedam Husên re ji hêla Spanyayê û welatên din ên Ewropî ve şermezar kir.

**Çend carên din te Serok Mam Celal dît?

-Di meha Tebaxa 1991an de, min dîsa li Şeqlaweyê bi Celal Talabanî re hevdîtin kir, dema ku Kurdistana Êraqê di nav serhildaneke seranserî de bû. Em bi rêya Fişxapurê ketin nava Kurdistana Êraqê, em du rojnamevan, wênekêşek û nûnerê Xaça Sor a Spanyayê bûn. Artêşa Êraqê gelek deverên Kurdistanê, tevî Hewlêrê jî, kontrol dikir.

em neçar man ku bi rêya Amedî û Barzanê biçin Riwandizê, û ji wir jî biçin Şeqlaweyê, ku Celal Talabanî lê bû. Wî bi germî silav li me kir. Min pirtûka xwe ya yekem bi navnîşana (Kurdistan, Dîroka Berxwedanekê) pêşkêşî kir, min lîsta wan pirsyaran dayê ku min dixwest jê bikim, lê wî got bibore di niha de wextê wî tune. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê alîkariya me kir ku em bigihîjin Silêmaniyê, ku wê demê ji hêla artêşa Êraqê ve hatibû dorpêçkirin.

Di sala 2006an de, Mam Celal dîsa li Dukanê pêşwazî li min kir, li wir me li ser projeya parastin û zêdekirina rêjeya keskatiyê û daristanan gotûbêj kir. Ev proje ji hêla hikûmeta herêmî (Navar) li Spanyayê ve hate piştgirî kirin. Me dixwest ku em wê li Kurdistanê pêşve bibin.

** Bûçûna we li ser Serok Mam Celal çi ye?

- Talebanî nûnertiya wan siyasetmedarên mezin dikir ku xwedî dîdgeheke dewletbûnê hene, heta di demên herî dijwar an krîzên kûr de jî, ew karîbû çareseriyan li ser bingeha rêzgirtin û diyalogê bibîne. Talebanî berjewendiyên hevpar ên gelê Kurd û doza wan li ser dabeşbûn û nakokiyên partîtî û kesane yên di navbera kom û arasteyên siyasî yên cûda de datanî.

Talebanî dizanibû çawa rêzê li biryara hevalê xwe Newşîrwan Mistafa bigire dema ku wî biryar da ku partiyek ava bike, û wî helbestvan Ferhad Pîrbal parast dema ku her kesî êrîşî wî dikir. Ev rêzgirtina ji bo cudahîyan ji bo pêşxistina giyanek demokratîk li Kurdistanê pêwîst e.

Bi baweriya min, Talebanî nûnertiya guhertinên bingehîn dikir di arasteya siyasî ya tevgera neteweyî a kurdî de berev pêgehek pêşverû û şêwazê bîrkirineke modern, van taybetmendiyên Talebanî weha kir ku doza kurd zêdetir di ware navdewletî deng vede, bi taybetî li nav rêxistinên Sosyal Internasyonal de ku Talebanî yek ji nûnerên wê yên serekî bû.

**Serok Mam Celal çiqas ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn pêwîst bû?

 

-Ez serbilind im ku min bi yek ji rêberên herî navdar ên gelê Kurd re naskir û hevdîtin kir. Ruhê diyalog û nêrîna dewletdariya Talebanî ji bo pêşxistina aramî û aştiyê ne tenê li Kurdistanê, lê li seranserê Rojhilata Navîn jî pêwîst e.

Îro, dema ku Rojhilata Navîn di yek ji krîzên xwe yên herî xirab re derbas dibe, siyasetmedarekî xwedî pêgeh û şiyan mîna Talebanî ji her demê bêtir pêwîstire da ku nêrîna cîhanê ya ku tenê ji bo gelê Kurd e û li ser bingeha rêzgirtina ji bo cûdahiyên çandî, olî û etnîkî ye, xurt bike.

Kurdistan dikare bibe mînakek ji bo bidestxistina aramî û aştiya ku li seranserê Rojhilata Navîn tê xwestin, tiştek ku civaka navneteweyî bi gelemperî hewce dike û teqdîr dike, lê ji bo bidestxistina vê armancê, wekî ku min di Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî de got, "divê siyasetmedar rêbaza Celal Talebanî bişopînin".

** Te serdana Kurdistanê kiriye, tu li ser gelê Kurd çi difikirî?

-Min zêdetirî 10 caran serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, her weha serdana Rojhilatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî kiriye. Kurdistan û Kurd ji bo min wek "masterekî mezin" bû ku rewşa siyasî, civakî, olî û etnîkî ya aloz a li Rojhilata Navîn fam bikim.Bi saya gelê Kurd, ez niha dizanim li Êraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê çi diqewime.

Gelê Kurd hişt ku ez bîrkirina kevneperest ya ku li Ewropa heyî bişkînim ku Kurdistanê bi îslama tundrew wêne dikin.

Gelê Kurd nîşan dide ku ew xwedî Îslamekî lêbordeyî û rêzdartir in. Wekî din, ez difikirim ku ji bo Kurdan pir xeternak e ku pêşkeftina xwe ya aborî li ser sektorek hilberîner a yekane, wekî derxistina petrol û gazê, ava bikin. Ji ber ku ev tê vê wateyê ku devjêberdane ji potansiyela berfireh a pêşkeftina berfireh a li Kurdistanê heye. Kurdistan welatek dewlemend e di çandinî, pîşesazî û geştiyariyê de, ne tenê li bajaran, lê di heman demê de li deverên gundan jî, ku di dawiyê de mîrateya dîrokî ya gelê Kurd temsîl dikin. Divê deverên gundan jî werin pêşve xistin.

Kurteya hevpeyvîna Serok Mam Celal bi rojnameya spanî re

Di sernavê rojnameya Spanî (Diario16) de bi tîpên mezin hatiye nivîsandin "Celal Talebanî; Neteweyên Yekbuyî bi bêhelwestiya li beramber qirkirina Kurdan tawanbar dike", di pêşekiyekî kurt de rojnamê behsa wê yekê kiriye ku, Celal Talebanî, serkirdê hêzên çekdar ên Kurd li Êraqê, careke din qirkirina gelê xwe li Madrîdê şermezar kir, civaka navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, bi bêhelwestiyê tawanbar kir.

Di hevpeyvînê de, ku di sala 1988an de ji hêla rojnamevanê Spanî yê navdar (Manuel Martorell) ve hatiye kirin, hatiye gotin ku Celal Talebanî, sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), ku yek ji hêzên sereke yên li dijî rejîma Baas ya Êraqê ye, tekez kiriye ku heta mafên neteweyî yên kurd neyê misoger kirin aştî çênabe.

Talebanî amaje bi wê yekê kiriye ku rewşa niha heyî ji ya sala 1975an cudatire, dema ku peymana Cezayîrê di navbera Êraq û Îranê de hate îmza kirin bûye sedema hilweşîna şoreşa Kurdî. Talebanî dibêje, "Niha şoreşa Kurd xurttir e û bi israre daku têkoşîna xwe ji bo bidestxistina armancên xwe bidomîne."

YNKê digel PDKê û Partiya kumonîst ya Êraqê re eniyek hevbeş ava kiriye, bi çek xebat dike da ku mafê çarenûsî yê gelê Kurd bi dest bixe.

Talabanî tekez kir ku ew baweriya xwe bi hemû şêweyên têkoşînê tîne, çi yên siyasî û çi yên çekdarî, danûstandin yek ji rêbazan e, digel wê yekê jî de danûstandinê li gel hikûmeta Êraqê rednekiriye û dibêje " Eger ew (Êraq) amade bin, em jî amade ne". Lê belê Talebanî dibêje ku ew baweriya xwe bi hikûmeta Êraqê nayne.”

 Talebanî di wê hevpeyvînê de rexneyên tund li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî girtiye û wan bi qirkirina gelê Kurd li Êraqê berpirsyar dibîne û dibêje: "Bombebaranên kîmyewî siyaseteke qirkirinê ne, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e û divê hemû welatên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî bersiva wan tawanan bidin.” Talebanî got ku welatên wekî Fransa û Yekîtiya Sovyetê bi dayîna çekên kîmyewî alîkariya Êraqê kirine.


Nasandina doza Kurd li Spanyayê

Ji ber ku gelê Kurd xwedî dozek rewa bûye, bi dirêjahiya dîrokê kesên biyanî hebûn ku piştevanî lê kirine ş hewl dane ku mafên Kurdan bi cîhanê bidin nasandinê,  yek ji wan Kesan jî rojnamevan (Manuel Martorell) e, ew 71 salî ye, ku piraniya jiyana xwe ji bo doza Kurd, bi taybetî ji bo nasandina Kurdan li Spanyayê, terxan kiriye.

Dema ku li Spanyayê bi kiryar kesî behsa Kurdan nekiriye, wî di sala 1983an de rapora xwe ya yekem li ser Kurdistanê weşandiye.

Manuel, çar pirtûk li ser Kurdistanê nivîsandiye. Di sala 1991an de, wî gotara yekem bi zimanê Spanî li ser dîroka Kurd bi navê (Kurdistan, Dîroka Berxwedanekê) weşand. Wî her wiha çar pirtûkên din bi pisporên di vî warî de nivîsandine.

Manuel gelek gotar û rapor di rojname, kovar û televîzyonê de weşandiye, eve ji bilî encamdana çalakiyên curbicur ji bo piştevaniya doza kurdî, Manuel, dibêje: "Ji ber piştgiriya gelê Kurd û li ser raporek derewîn a CIA, Wezareta Derve ya Amerîkayê ew wekî 'terorîstek navneteweyî' îlan kiriye û geştkirin bo Amerîkayê lê qedexe kiriye.

Kurteyek li ser rojnameyê

 Rojnameya (DIARIO16) di sala 1976an de li Madrîd paytexta Spanya hejmara yekemîn hat belav kirin û yek ji rojnameyên diyar û bi navûbang a Spanyayê bûye ku ji hêla hejmarek rojnamevanên navdar ve hatiye damezrandin.

Rojname li ser xeta parastina azadiyên sivîl xebitiye, bi raporên xwe yên lêkolînî navdar bû, pêşengiya rojnamegeriya lêkolînî kir, rojnamê bi gelek rêber û serokên cîhanê re hevpeyvîn kiriye, tîraja wê ya rojane ji 100 hezarî zêdetir e û gelek xelatên rojnamegeriyê wergirtiye. Rojname di sala 2001an de ji ber krîza darayî hate rawestandin, lê di sala 2015`an bi awayê elektronî ji nû ve dest bi karê xwe kir.

 Hevdîtin: Ferîd Dilşad

Wergerandin bo Kurmancî/ Dawûd Çîçek

XELAT/ Kurdistanî Nwê