ROJAVA- Piştîvaniya Kurdistaniyan ji bo Rojava
Rêvebirê Tora Ramana Lîbral a Kurd (Muslim Ehmed) roja Yekşemê 25/01/2026 ji Almanyayê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de Piştîvaniya Kurdistaniyan li tevahiya cîhanê ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê ku druşma hemû xwepêşanderan yekîtiya gelê kurd bûye û parastina destkeftiyên ku li Rojava hatine bidestxistin.
Rêvebirê Tora Ramana Lîbral a Kurd (Muslim Ehmed) diyar kir ku divê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê pêşveçûnên ku niha derketina holê baş binirxîne û li xwe vegerin û bi siyasetek nû tevbigerin daku bikarin doza kurd li Rojava biparêzin.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
