HORÎ – Paşeroja Sûriyê û Kurd di gel Şêwirmendê Obama
Şêwirmendê Barak Obama Serokê Amerîka yê berê (Dr. Rîfa`î Hemo), ji Amerîkayê roja şemiyê 27/9/2025 bû mîvanê Bernama (HORÎ) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de Şêwirmendê serokê Amerîka yê berê Dr. Rifa`î Hemo bal kişand ser rola Kurd di parşeroja Sûriyê de û nêzîkatiya Amerîka û welatên Rojava ji doza kurd li Rojavayê Kurdistanê.
Dr. Rifa`î her weha da zanîn ku nêrîna Amerîka ewe ku divê sîstema Sûriyê nenavendî be û kêmîtirîn mafê Kurdan li Sûriyê nenavendiya siyasî be û sîstema xwebirêveberî be.
Dr. Rifa`î tekez kir ku divê di vê qonaxê de ji her demî zêdetir Kurd yekgirtî û yekhelwêst bin û rijd bin li ser mafên xwe di Sûriyê de.
Derbarê gotara Mam Celal ku yekem car di civîna Neteweyên Yekbûyî de bi kurdî gotara xwe pêşkêş kir Dr. Rifa`î Hemo got: Serokê rewanşad Mam Celal bi gotara xwe ji 200 dewletên cîhanê re da zanîn ku Kurd hene û da naskirin ew kurde û serokomarê Êraqê ye.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT
