HORÎ- 8emîn Salvegera Koça Dawî ya Serok Mam Celal
Nûnerê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê li Herêma Kurdistanê (Elî Şemdîn) li Studyoya Silêmaniyê û her weha siyasetmedar hevrêyê dêrîn yê Serok Mam Celal (Selahê Mûsê) ji Almanya, roja şemiyê 4/10/2025 bûne mîvanê Bernama (HORÎ) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de behsa 8emîn salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal Talebanî hate gotûbêj kirin, û divê derbarê de Elî Şemdîn got: Mam Celal ne tenê serokê partiyekê bûye belkû bûye dibîstan û sembolek ji dîroka kurd û Kurdistanê û li ser astê Êraqê bû serokomar û li astê navdewletî jî serokê fexrî yê Sosyal Internasyonal bû, Mam Celal kesayetiyekî mezin bû ku parêzerê doza kurd bûye li her derê ku lêbûya.
Ji aliyê xwe ve jî dostê dêrîn yê Mam Celal rêzdar (Selahê Mûsê) axivî û got: Mam Celal kesayetiyekî dîplomatkar û aştîxwaz bû ji bo azadî û doza gelê kurd û Kurdistanê tekoşîna xwe berdewam dikir. Hemû kesayetiyên Êraq yên Şî`e û Sune rêz li Mam Celal digirtin û nakokiyên wan çareser dikirin û bandora xwe li ser hemû siyasiyên kurd û ereb hebûye.
Selahê Mûsê ku endamê desteya bilind a Tevgera Atiya Navxweyî ye, di berdewamiya axaftina xwe de behsa rola Hêro Îbrahîm Ehmed hevjîma Mam Celal jî kir û got: Hêroxan di rojên herî zehmet û teng de di dema şoreşê de li kêleka Mam Celal bûye û rola xwe gelekî mezin bûye di warê siyasî de û cihê şanaziyê ye ji bo gelê kurd.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT
