Mam Celal Talebanî behsa qonaxên xwendinê dike..
Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de
Xeleka/5
Amadekirin: Rêbwar Star
Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.
Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.
Pirs: Belê, Mam te bi zarokatî ji çi lîstikên wan serdeman hez dikir, lîstikên zarokan?
Bersiva Mam Celal:
Guhê xwe bide min, Ez bi zarokatî, yanî temenê min (8,9,10) salî bû, ez zarokekî gelekî nesekinî bûm, min êriş dikir û direviyam, dihatim û diçûm … baxekî mezin a tekiyê hebû min gelekî ji wan lîstikan hez dikir ji wan lîstikan bû ku liv têde hebin, weku futbol û tiştên weha, lê belê li dibîstanê ez fêrî yek lîstikê bûm ew jî (Pîng Pong) bû, min tiştekî din nedizanî, yan min valîbol û ew tşit nedizanî, tenê Pîngpong dizanî û ez yek ji kesên baş ku ew lîstik dikirin.
Pirs: Belê , we got te perê xwe werdigirt û te dida bi kovar û pirtûkan, tu qet pê nediçû bo sînema?
Bersiva Mam Celal:
Sînema li Koyê nebû, hindek ji wan peran ji bo brader û xwendekar û ji bo tiştên weha bûn min alîkariya wan jî dikir.
Pirs: Bi zarokatî we hest nedikir ku hûn ji zarokên dî cudatirin?
Bersiva Mam Celal:
Tu dizanê çiye, hindekî nazdariya min hebû, ew nazdarî kêmek cudahî dabû min, li dibîstanê jî çûnkî ez yekemîn bûm, hertim li hemû sinifan yekem bûm, xwendekarekî baş bûm, gelekî civakî bûm, gelekî têkelî xelkê dibûm, tu cudahiyekî min digel xelkê nebû, hertim digel hevalên xwe ligel ewên ku li dibîstanê pêkvebûn û ew jî digel min bûn.
Pirs: Gelo di şeva Beratê de tu digel zarokan digerî?
Bersiva Mam Celal:
Erê wela, di şeva Beratê de ez geriyame û pêştir di şerê taxê de min beşdarî kiriye û di şevên Beratê de jî çûme û min tişt wergirtine.
Pirs: Belê, Gelo Mam Celal di temenê lawî de bîra xweşewîstiyê kiriye?
Bersiva Mam Celal:
Belê, ez di nifşê wan têkoşeran de bûm ku weku sofî perwerde bûm, wekû derwîş, zemanê me bi rastî weha bû, diviyabû wekû siyasî rewiştê meriv gelekî bilind be, keçan bi xwîşkên xwe bizanê, xortan jî bi birayên xwe bizanê, ew exlaqê me bû, eve yek bû ji tiştan, nifşê me wekû sofiyan bûn, vexwarina alkolê li dev me şerm bû, qomarkirin cihê kêmaniyê bû, sivik bû li ber çavên me, ji ber wê em bi awayekî perwerde bibûn, lê belê diyare her yek ji me, em giheştin temenkî wekû mirov dilê wî hêdî hêdî lê dide.
Pirs: Navê ew xwendekarên ku li kêleka tede rûniştibûn di qonaxên xwendinê?
Bersiva Mam Celal:
Yek ji wan xwendekaran ku bi salan em bihevre bûn kak (Wirya Elî Kanî Maranî) ye ku niha cîgirê serokê dadgeha temîzê ye, digel wî em her bi hevre bûne Partî (PDK), biraderekî min yê din hebû Navê xwe (Cemîl Xoşnaw) bû, zû emrê xwedê kir, biraderekî min yê din jî hebû navê wî (Cemal Tahîr) bû yekî din jî hebû navê wî (Fewzî Omer) bû. Hêjmarek ji wan biraderan bi taybetî Komeleya Pêşkeftin a Xwendewarî (KPX) nêzîkî (70) xwendekar bûn em yê du dibîstanan bûn, Ewla û Saniye, lê belê jêre digotin dibîstana xwarê û serê , li sinifa pênc û şeş nêzîk (70) xwendekar me kom kirin û ez digel hemûyan dost bûm.
Pirs: Gelo qet tiştê weha çûbye ku yek ji wan xwendekaran nesekinî be û daxwaz ji mamosteyê te kiribe daku te bide aliyekî?
Bersiva Mam Celal:
Ez hertim çavdêrê pola xwe bûm, ji ber wê min ji wan re digot li cihê xwe rûnin û bi aqil bin, em wekû mezin û zelam tevdigeriyan, me hez dikir ku em zû mezin bibin.
Pirs: Bîranînên te digel (1) Nîsanê de hene?
Bersiva Mam Celal:
Bîranîneke min ya pir ecêb a yekê Nîsanê heye, salekê ez li Şamê bûm (Sûriye) biraderekî me hebû navê xwe (Ebû Temîm)e bû, endamê serkirdatiya Nîştîmanî a Hizba Baas bû, sibeheke zû a (1) Nîsanê min telefonî wî kir û jêre got (Ebû Temîm) te radyoya xwe vekiriye? Got: Na wele. Min jêre got: Li Bexdadê kudeta çêbûye. Got: Çi?! …Min gotê; Wela sirûd tê gotin û germ e. Wî jî xwe negirt radyoyê veke, yekser telefonî koşka komarî ya Sûriyê kiribû. Gotibû; Serok Hafiz Esed agahdar bikin li Bexdadê kudeta çêbûye. Jêre gotibûn Hafiz Esed nivistiye . Wî jî gotibû: Serok Hafiz Esed ji xew rakin, û wan jî rakiribûn , serok Hafiz Esed dema ku radyoya Bexdadê vedike temaşe dike quran e, telefonî Ebû Temîm dike û jêre dibêje: Ebû Temîm qurane tiştek li holê tune ye. Ebû Temîm jî telefonî min dike, min jêre got kak Ebû Temîm yekî Nîsane! Te hajê nîne? Weha min kumek baş xiste serê wî.
Dewamî heye…
Xelat/ Pirtûka: Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de
Ji Soranî/ Dawûd Çîçek
Xelat
