Xelata Kurmanca – Xebat û Tekoşîna Kurdistanî ya Şehîd Neco
Pêşkêşkarê bernameya (Xelata Kurmanca) di destpêka bernamê de diyar kir ku, xeleka vê carê li ser şehîd Necmedîn Bûyûkkaya (NECO) ye, ku şehîdê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê ye û yê Şoreşa nû ya Kurdistanê bûye, ku bi xwe ji bakûrê Kurdistanê bûye û beşdarî şoreşa nû bûye li başûrê Kurdistanê ji ber rihê welatparêziyê ya bilind û kurdayetiyê dikarî weku gêncekî beşdarî şoreşê bibe taku xwîna xwe bexşî bi doza gelê Kurd. Bername bi mêvandariya heval û pismamê şehîd NECO birêz mamosta Qadir Bûyûkkaya ji welatê Holanda beşdarî bernameya xelata kurmanca bû bi boneya 40`emîn salvegera şehîdbûna şehîd NECO.
Qadir Bûyûkkaya di destpêka axaftina xwe de got: Berî her tiştî ez hemû şehîdên qehreman yên wek şehîd Neco ku xebata şoreşgerî kirin bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Ev meh mehek xemgîn bû çiku 40 sal biser şehîdbûna kek Necmedîn derbaas bûn. Her weha wekî Sekoya Kurmancî û malpera Xelat jî we şopandin li bajarê Stokholmê bi boneya 40 saliya şehadeta şehîd Neco çalakiyek hate amadekirin û ez jî beşdar bûm, bernameyekî gelekî baş bû hinekî ji xemgîniya me kêm kir.
Diyar jî kir ku, kek Necmedîn Bûyûkkaya pismamê wî ye û ew gelek şanaziyê dike ku çend salan bihevre xebat kirine ji 1976 û heta 1980 û xebata şehîd Neco ji nêzîk ve şopandiye. Her weha berya 5 salan biryar da ku pirtûkekê ji bo bîranîna şehîd Neco binivisîne. Naveroka pirtûk ew bû ku bi 65 kesan re ji çar aliyê welat ew kesayetiyên siyasî ku rasterast kek Necmedîn naskirine û ew dîtine û pêre rabûne û rûniştine û bûne şahidê xebata wî û nêrînên wan kesayetiyan di pirtûkekê de berhev bike. Ew kitêb jî derket û du hefte berê hate çapkirin û gihîşte destê xwendevanan.
Qadir Bûyûkkaya da zanîn ku ew pirtûk ji beşan pêktê beşa yekem şahîdiyên kesayetiyên başûrê Kurdistanê destpê kiriye ku kek Necmedîn nasdikin û beşê duyem jî ji kesayetiyên ji bakûrê welat û rojhilat û rojavayê welat û her weha li welatê Ewropa ne.
Got jî: Nivîsa yekemîn jî ji devê dayîka kek Necmedîn hatiye wergirtin ji zaroktî û heta kêlîka girtina wî û şehîdbûna wî û her weha heta veşartina şehîd Neco û piştre jî nivîsandina hevjîna şehîd Neco ye.
Mamosta Hozan Efrînî pirs kir ku gelo di pirtûkê de beşa beşdarbûna şehîd Necmedîn di nava rêzên YNK`ê de hatiye behs kirin? Nivîskar Qadir Bûyûkkaya got: 15 kesayetiyên serkirde ku nîvê wan endamê mekteba siyasî ya YNK`ê bûne nivîsîne ku ewên bi rasterast şahîdiya xebata kek Necmedîn bûne di serdema şoreşa nû de, her kesî di pencereya xwe de behsa rola şehîd Necmedîn (Selah) kirine di destpêka şoreşa nû de.
Derbarê têkiliyên di navbera şehîd Selah (Neco) û rewanşad serok Mam Celal de kak qadir da zanîn ku, kek Necmedîn di bîranînên xwe de nivîsiye ku yekem hevdîtina xwe bi Mam Celal re di sala 1973`an li Beyrûtê paytexta Lubnanê bûye. Her weha di sala 1974`an de jî piştî ku kek Necmedîn vedigere Turkiyê û Bakûrê Kurdistanê careke din peywendiyê bi Mam Celal re datîne û hevpeymaniyekê îmza dikin ku çawa alîkariya hev bikin. Her weha yekem car ji bo serdana Stenbolê heval Necmedîn pêşwaziyê li Mam Celal dike piştre jî bi hevre çûne Enqerê dûvre çûne Amedê û ji wir Mam Celal derbasî başûr kirine. Rewanşad serok Mam Celal di nivîseke xwe de gotiye, " têkiliya min û Neco weku bav û kur bûne".
Her weha aşkira jî kir ku di pirtûkê de gotareke Serok Mam Celal jî heye li ser rola şehîd Neco di serdema pêşmergayetî û şoreşê de û rola wî ji bo kadroyên YNK`ê û ew gotar li ser bergê pirtûkê jî hatiye danîn.
Mamosta Qadir Bûyûkkaya behsa kesayetiya şehîd Selah dike bi taybetî berxwedana xwe di nava zîndanê de ku tu carî gav paşde navêtiye. Her weha taybetmendiya kek Selah ew bû ku baweriya wî bi hevgirtina kurdan hebûye.
Mamosta Qadir got; Her weha di pirtûkê de behsa wefadariya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li hemberî şehîd Selah (Neco) jî nayê jibîr kirin, her weha nivîsa kak Omer Şêxmûs û kak Yûsif Zozanî jî di pirtûkê de heye û herdu hevalan jî alîkariyek baş bi min re kirine û spasiya xwe pêşkêşî wan bikin bi vê boneyê.
Di derbarê damezrandina Sekoya Kurmancî (rojname û malpera Xelatê) de ku bi zaravayê Kurmancî tê weşandin û ser bi borda ragihandina YNK`ê ye, her weha derbarê herdu bernameyên radyoya Dengê Gelê Kurdistanê (Xelata Kurmanca û Jiyana Kurmanca), mamosta Qadir Bûyûkkaya got; Divê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji êş û azarên hevdu û dîroka hevdu hayadar bin û nas bikin. Ji ber wê jî (Sekoya Kurmancî û Xelat) dikare rolekî giring bilîze û yekîtiya welat û gel jî weha çêdibe. Em gelek bi damezrandina sekoya Kurmancî û malper û rojname Xelatê kêfxweşin.
Amadekirin: Dawûd Çîçek
XELAT
