ROJAVA- Vekişandina YPGê ji Helebê
Hevrê û hevalê rewanşad Serok Mam Celal Talebanî û çavdêrê ramyarî (Elî Şahîn) roja yekşemê 6/4/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de û bi boneya ku roja 6/4/2005`an 20 sal berê Serok Mam Celal bû yekemîn serokomarê kurd ê Êraqê, rêzdar Elî Şahîn bal kişand ser kesayetiya serok Mam Celal ku kesayetiyekî karîzme û zana lêhatî bûye ku kariye di gelek qonaxên zehmet de derbas bibe û bighêje koşka serokomariya Êraqê.
Di beşek din a hevdîtinê de Elî Şahîn behsa rêkeftina Kurdan û hikûmeta nû ya Sûriyê kir bi taybetî ji bo parastina gelê Kurd û vekişîna hêzên YPG ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê û bi gavekî erênî wesif kir. Elî Şahîn bal kişand ser rola Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê û Serokê wê Bafil Celal Talebanî di qonaxên cuda cuda de di piştevanî kirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destkeftên ku bi destê Kurdan li wî parçeyî hatine bidest xistinê.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT